Li Êlihê jin ber bi 8’ê Adarê ve diçin: Em ê dawî li tecrîdê bînin

  • 09:03 27 Sibat 2021
  • Rojane
ÊLIH - Jinên Êlihê ku dest bi xebatên 8’ê Adarê kirin, diyar kirin ku bernameyên îsal wê hîn bi coştir derbas bin û gotin: “Hedefa me ev e ku em dengê jinan bilind bikin û terîdê bi hev re bişkînin.”
 
Roja Jinên Cîhanê nêz dibe û wek her derê cîhanê li herêma me û Tirkiyeyê jî xebat didomin. Li herêmê TJA bi şîara ‘li dijî tecrîdê azadî, li dijî qirkirina jinê jiyan tê parastin’ xebatên 8’ê Adarê dimeşîne û li gelek bajaran starta xebatan hat dayîn.
 
Li Êlihê jî jinan dest bi xebatan kirin û hedefa wan ev e ku îsal 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin. Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Semra Guneş û hevseroka HDP’a Êlihê Gurbet Dogan der barê 8’ê Adarê de axivîn.
 
‘Em dixwazin dengê jinan bilind bikin’
 
Semra Guneş bi lêv kir ku di çarçoveya xebatan de hedef dikin ku xwe bigihînin hemû jinan û bi her jinekê re 8’ê Adarê bihûnin û bi hev re tev bigerin. Semrayê got: “Pergala serdest a mêr li pey polîtîkayên qirêj ên li hember jinan e. Bi van polîtîkayên şerê taybet êrîşê jinan dikin û hewl didin destkeftiyên wan xesp bikin. Em dixwazin jin hevparî dengê xwe bilind bikin. Li gorî salên borî em dipên ku îsal tevlîbûn hîn bêtir be. Bi pandemiyê re jin hepsê malê kirin. Şîdeta li ser jinan zêde bû. Di vê pêvajoyê de divê em zêdetir encamê derxînin.”
 
‘ Em ê dawî li tecrîdê bînin’
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê wek her sal , îsal jî tax bi tax gund bi gund bi jinan re bên gel hev û got rojeva wan a esas tecrîd û yekîtiya neteweyî ye û wiha dawî lê anî: “Li Êlilhê bi sedan kes ji bo meşa yekîtiya neteweî hatin gel hev. Hedefa me ev e ku bi sedan jin di 8’ê Adarê de bên gel hev. Jin ji tecrîdê re dibêjin ‘na’. Jin yekîtiya neteweyî û jiyana azad dixwazin. Divê vê daxwaza xwe hîn bêtir bi lêv  bikin. Em bi hev re ji desthilatdariya mêr re bêjin ‘na’. Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin.”
 
‘Jin bi hev re xurt in’
 
Gurbet Dogan jî anî ziman ku di hemû xebatên meşandin de zayenda civakî ji jinan re vegotine û bal kişandine ser tecrîdê. Gurbetê ev tişt vegot: “Armanca me ev e em li gund û taxan jî xwe bigihînin jinan. Wate û girîngiya 8’ê Adarê ji bo me mezin e. Ji bo em jinan li kolanan kom bikin em ê mal bi mal bigerin. Em di ferqa hêza gel de ne. Em ê hewl bidin ku vê derxînin holê. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Ji ber ku em bi hev re xurt in.”