Fîgen Yuksekdag: Tevgera siyasî ya kurd xurtir bûye

  • 09:02 27 Sibat 2021
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku doza Kobanê, dubarekirina darizandin û cezakirina Seyît Riza, Şêx Saît û 49’an bû lê negiştiye armanca xwe û got: “Li dîroka nêz binêrin, ji girtina DEP’iyan bigirin heta darizandinên KCK’ê piştî hemû êrîşan tevgera siyasî ya kurd xurtir bûye.”
 
Îdianameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin, ji aliyê 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Îdianame 3 hezar û 530 rûpel bû û ji bo 108 kesî ji sûcên wek ‘yekitiya welat xerakirin’ û ‘kuştina kes’ ceza hat xwendin. Yekem runiştin di 6’ê Nîsanê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê wê bê dîtin.”
 
Di îdianameyê de Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak ji bûyerên Kobanê berpirs tên ditin. Fîgen Yuksekdag ku nêzî 5 salane li girtîgeha Tîpa F a Hejmar Yek a Kandirayê girtiye der barê îdianame û doza Kobanê de axivî.
 
*Piştî 6 salan şûnde Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Selahattîn Demîrtaş de got divê demildest bê tahliyekirin û piştî vê îdianameyek 3 hezar û 500 rupelî hat amadekirin. We îdianameya mijara gotinê ye çawa nirxand?
 
Ev ne îdianame ye, reşkirin e. Hemû îdianameyê der barê me de tên amadekirin bi vî rengî ne. Doza Kobanê j, li ser derew û sûcên bê bingeh hatiye amadekirin. PiştÎ 6 salan ancax ev derket. Doz parçe parçe plan kirin. Salek berê ji bo tahliyeya Selahattîn Demîrtaş vala derxînin bi lez û bez biryara girtinê dan. Rêveberên me yên MYK û partiyê jî bi heman îdiayan hatin girtin.
 
Dema min îfadeyên şahidên veşarî xwendin ez ji sînîr keniyam; Balkêşe ku îfadeyên hemû şahidan wek hev in. Ligel vê di dawiya îfadeya hemûyan de beşek matbu heye. Wekê ku şahidên veşarî konferans kirine û danezana hevpar weşandine. Armanca wan ya esas ev e ku têkoşîna demokratîk a gelan û HDP’ê mahkum bikin.
 
*Di îdianameyê de hemû tiştên ku siyasetmedaran kirine sûc hatine hesibandin. Amadekirina vê îdianame û peyama vê ya polîtîk çi ye?
 
Wek min got esasa îdianameyê êrîşek li hember hebûn û rewabûna HDP’ê ye, krîmînalîzekirina xebatên partiyê ye. Dîsa tişta ku her carê me anî ziman, dixwazin mafê berxwedana demokratîk a hêzên kedê çalî faşîzmê bikin û dijrewa îlan bikin. Binêrin desthilatdarî îro li pey du dozan e; Gezî û Kobanê. Dema mirov li gumanbarên van her du dozan binêrin naveroka wê di bin wê de çi heye tê dîtin ji xwe.
 
*Navê bi dehan sivîlên ku di çalakiyan de ji aliyê alîgirên AKP û Hur Dava ve hatin qetilkirin di îdianameyê de cih nagire.Heta ji bo sîvîlên ku DAIŞ’ê kuştine jî siyasetmedarên HDP’ê tên sûcdarkirin. Ev çi nîşan dide?
 
Ji xwe aliyê herî bi êş jî ev e. Bi salane tevî hemû hewldanên me, sûcên di pêvajoya Kobanê de hatin kirin, ne hat rojeva meclîsê ne jî yek doz û lêpirsîna wê gihişt armaca xwe. Tevî ku her kes kujeran dizane jî lîstikek bi xof tê lîstin. Îro hun li Amedê li bajarekî din yê kurda hun biçin ber kîjan derî ji we re dibêje fermo. Lê mixabin li ser malbatên ku zarokên xwe winda kirin jî zext tê meşandin. Ji sedî 90’ê rêveber û endamên partiyê yên wê demê niha girtî ne an jî li surgunê ne. Berpirsên esas desthilatdarî an jî mutefîkên wan in.
 
*Di doza Kobanê de gelek siyasetmedarên HDP’ê tên darizandin. Em dikarin bêjin ku hikûmet hewl dide vê veguherîne ‘Doza Sereke ya HDP’ê’ gelo?
 
Dixwazin HDP’ê bigirin, krîmînalîze bikin û di bin zexta faşîzmê de bihêlin. Bêguman ev tê wateya darizandina HDP’ê. Lê aşkeraye ku gelek dikevin zorê û nikarin bi ser kevin. Di dîrokê de gelek cerebandinên wisa hene. HDP û îradeya ku ew heyî kiriye li hundir jî li derve jî li ser piyane.Bi salane ji bo HDP’ê têk bibin zilm meşandin. Niha bi riya doza Kobanê hewl didin vê bikin. Doza Kobanê, ji doza sereke ya HDP’ê wêdetir, doza heqîqet, mafdarî û gel a ku derbasî dîroka sedsala 21’ê ye.
 
*Ev doz, der barê ku pisgirêka Kurd hatiye kîjan astê de, kîjan nîşaneya dide?
 
Di alî dewlet û desthilatdariyê de em dikarin bêjin ku nehatine tu astekê. Lê di alî tevgera Kurd de pêşketineke mezin, derxistiye holê. doza Kobanê, dubarekirina darizandin û cezakirina Seyît Riza, Şêx Saît û 49’an bû lê negiştiye armanca xwe. Li dîroka nêz binêrin, ji girtina DEP’iyan bigirin heta darizandinên KCK’ê piştî hemû êrîşan tevgera siyasî ya Kurd xurtir bûye. Her wiha îro doza Kobanê xwedî mafdarî û rewabûneke mezin e. Tu kesî li dijî çavsoriya DAIŞ’ê dengê xwe nekir, hinekan bi hev re kar kirin. Lê Kurdan û hêzên demokrasiyê bi hev re têkoşîna mirovahiyê dan. Jiyana xwe ji dest dan.Tu zilm û bêdadî ji mafdariyê ne xurtir e.
 
*Piştî îdianameya Kobanê serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî banga girtina HDP’ê kir û piştî vê gelek siyasetmedaran heman gotin anîn ziman. HDP dikare bê girtin, ger bê girtin wê çi bibe? Hun van pêşketinan çawa dinirxînin?
 
Em di her rewşê de dikarin pêş xwe bibînin. Lê yên dibêjin bila HDP bê girtin çavên wan tarî bûye. Luksa me ya ku em bêjin tê girtin an nayê girtin tune. Me gelek rê vekirin, em ê dîsa vebikin. Divê her kes xwedî vê zelalî û bê teredutiyê be. HDP gel e, jin e, ked û jiyane. Ev li her derê ye. Nîqaşa girtina HDP’ê û yên hesabê vê dikin jî wê negihêjin hêviya xwe. Esasa gotinê ev e.
 
*Hêrs û kîna di bin doza Kobanê de çi ye?
 
Ev têçûna DAIŞ’ê bi desthilatdariyê dide bibîrxistin. Têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, mîlada windakirina desthilatdariyê ye. Ji ber vê jî di pêvajoya 6-8’ê cotmehê de protestoyên li dijî dagirkirina DAIŞ’ê girt ser xwe û bi hevkariya FETO, Hîzbûllah û DAıŞ’ê provoke kir. Bûyerên jê re dibêjin yên 6-8’ê cotmehê êrîşeke komkujî û provakasyonê ya li Sûriyeyê û herêmê ye. Ji sedî 90’ên kesên jiyana xwe ji dest dan, hatin lînçkirin bi tesadufî ne HDP’î bûn. Yên li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dan hedef girtin girtin. Piştî 6 salan bi qasî hêrs û bêtehamuliya li hember, helwesta piştgiriya DAIŞ’ê jî didome. Em vê dibînin.
 
*Di 26’ê Nîsanê de yekem runiştina dozê tê dîtin. Hun çi hîs dikin, bang an jî peyameke we ya ji bo gel heye?
 
Em di alî xwe de amadekariyê dikin. Me di runiştinên berê de jî çi ket ser milê me kir. Em ê niha hewl bidin ku hîn baştir bikin. Bilindkirina dengê maf û heqîqetê, bi awayekî herî rast temsîlkirina gel berpirsyariya me ye. Lê di dozeke wisa de hedefa esas gel e, kirde jî gel e. Ji ber vê jî banga xwedîderketina li dozê dikim. 
 
*Bersivên pirsên roportaja me di 5’ê Sibata 2021’ê de hatine nivîsin.