‘Bi Zanîngehên jinan, jinên îtaetkar tên armanckirin’

  • 09:01 27 Sibat 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Li dijî projeya “Zanîngehên Jinan” bertek zêdetir dibin. Endamên Kordînasyona Jinên Ciwan destnîşan kir ku bi vê projeye jina îtaetkar tê armanckirin. Her wiha anîn ziman ku bi van projeyan nikarin têkoşîna jinên ciwan asteng bikin.
 
“Zanîngeha Jinan” ku Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayîp Erdogan, di sala 2019’an de li Japonyayê dît û fermana damezrandina wê da, di Bernameya Salê ya Serokkomariyê ya Sala 2021’an de cih girt. Agahiya damezrandina “Zanîngeha Jinan” di Rojnameya Fermî de jî hat parvekirin. Piştî vê biryare jinan nerazîbûnên xwe ya li dijî vê biryare nîşan dan. Her wiha Jinên zanîngehê dixwînin di rojên borî de li dijî vê  Koma 'Em ê zanîngehên jinan nedin avakirin' îlan kir. Endamên “Kordînasyona Jinên Ciwan” Ronda Bat û Tekoşîn Tekîn têkildarî mijarê axivîn.
 
‘Jina îtaetkar tê armanckirin’
 
Ronda destnîşan kir ku bi projeya Zanîngeha Jinan newekhêviya zayendî kûrtir dibe û wiha axivî: “Ev proje dê zext û şideta li ser jinê zêdetir bike. Lê belê bertekên jinên ciwan ji wê rojê de heta niha berdewam dikin. Dê jinên ciwan ew projeya ku jina îttatkar armanc dike nepêjirînin.  Ji ber ku ev proje di esasê xwe de jinê ji civak û jiyanê dûr dixe. Ev proje berdewamiya Lîseya Pîşeyî ya keçan û Lîseya Îmamxetîbê ne. Bi vî awayî dibistanên takekesî dikin rojevê û perwerdehiya zanistî, azadî û bi zimanê zikmakî tê astengkirin. Em wek jinên ciwanan vê napêjirînin û destûrê nadin mudaxeleyek wiha ku li dijî jiyanê ye.”
 
‘Têkoşîna jinan a li hemberê desthîlatdariyê mezin dibe’
 
Ronda di heman demê de diyar kir ku hedefek wan jî Peymana Stenbolê ye û got: “Me ev israr di Peymana Stenbolê de jî dît. Jinên ku ji bo mafên xwe bi dest bixin têkoşînê didin, êrîş li wan tê kirin. Ji ber ku têkoşîna jinan jî wekî wan bi hêz e. Jin bi vîn û sekneke xurt li dijî polîtîkayên ku li hemer wan tên pêşxistin derdikevin. Her ku diçe têkoşîna jinan a li hemberê desthîlatdariyê mezin dibe. Desthîlatdar jî li hemberî vê têkoşînê bi projeyên nû dixwazin  vê têkoşînê asteng bikin. Em di pêvajoyeke ku bi têkoşînan tê binavkirin re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de ku sepandina parojeyên takekes zêdetir dibe,  jin li dijî van yekan xwe bi rêxistin dikin. Her wiha li hemberê vê rêxistinbûnê, civakê jî dixwazin bi sînor bikin û bixin bin tecrîdê.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistin mezin bikin’
 
Ronda di dawiya axafitna xwe de bal kişand ser koma 'Em ê zanîngehên Jinan nedin avakirin' û wiha got: “Em wek jinên ciwan bi meclîsên jinên zanîneghan re ketin têkiliyê û li dijî vê projeye bertekên xwe nîşan didin. Her wiha di dawiyê de ez dixwazim banga şahîya me ya di 5’ê Adarê ya “Hevdîtîna Jinên Ciwan” bikim.  Em ê di 5’ê Adarê de werin gel hev û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”
 
‘Dixwaze li gorî hişmendiya xwe civakek biafirîne’
 
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan, Tekoşîn Tekîn jî anî ziman ku Tirkiyê bi vekirina “Zanîngeha Jinan” re  jina meqûl hedef dike û got: “Desthîlatdar bi salan e zanîngehên jinan, ji bo ku jinan ji hev biqetîne wek alavekê bi kar tîne.  Desthîlatdar dixwaze hişmendiya xwe bispêre zanîngehan û hilbêrîna zanîstê qut bike. Her wiha dixwaze li gorî hişmendiya xwe civakek biafirîne.  Rol û modelên newekhêviya zayendî li ser jinê dixwaze ferz bike. Ango ev ne tenê Projeya Zanîngehên Jinan e. Di heman demê de hişmendiya serdest a mêr e.”
 
‘Em zanîngehên azad dixwazin’
 
Tekoşîn got îro jî pergalek ku ji jiyana jinan re biryar dide li hemberê me heye û wiha axivî: “Mînaka herî dawî, dibistanên mehrbirinê hatin vekirin. Hişmendiya mêr di her qadên jiyanê de dixwaze jinê ji çavan dûr bike. Ji ber vê sedemê jin li her qadên jiyanê dibêjin “ em hene û em li pey mafên xwe ne”.  Pêvajoyek ku ewqas qetîlkirina jinan û tundiya li ser jinan xwe zêdetir dike, desthîlatdar dixwaze bi projeyên bi vî awayî serdestiya xwe li hember jinan bêhtir xurt bike. Lê belê divê li şûna wan projeyan desthîlatdar, li qanûnên xwe binere. Dazwazên me 'Zanîngehên Azad in'. Têvî van yekan ligel koma “Em ê zanîngehên Jinan nedin avakirin” me li dijî vê projeye daxuyanî da û bi xwendevanan re atole li dar xistin. Bi vî awayî ji bo ku em jînan agahdar bikin xebatên me di wê çarçoveyê de hê jî berdewam dikin.”