Li Hezexê starta 8'ê Adarê hat dayîn

  • 16:26 26 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê bi tevlîbûna bi dehan jinan starta  8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar û Karkerên Cîhanê hat dayîn. Jinan di daxuyaniyê de bang li hemû jinan kirin ku tevlî xebatên 8'ê Adarê bibin.
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa HDP'ê ya jinan  û bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Muşê Gulîstan Kilic Kocyîgît, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclîsa Jinan a rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, aktivîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe û gelek jinan li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Hezexê  starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn.  Jin bi kincên xwe yên herêmî  beşdarî çalakiya dayina startê  bûn. Beriya daxuyaniyê avahiya HDP’ê ya navçeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Lê tevî hemû astengiyên polîsan jinan daxuyaniya xwe dan.  Di daxuyaniyê de pankarta " Em li hemberî qirkirina jinê û li hemberî tecrîdê azadiyê diparêzin" û dovîz hatin rakirin.
 
‘Em ê têkoşînê mezin bikin azadiyê pêk bînin’
 
Daxuyanî ji hêla hevseroka rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê Beybûn Aslan ve hat xwendin. Beybun, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wate û giringiya 8'ê Adarê û wiha got:" Em li hemberî desthilatdarên ku êrîşî zimanê me, bedena me, nasnameya me, çanda me, xwezaya me, aborî û destkeftiyên me dikin û bi vî awayî hebûna xwe didomînin ji destpêka dîrokê heta niha me bi pêşxistina têkoşîna xwe bersiv da wan. Nirxên jinan ji ber vê sedemê winda nebûn, heta roja îro hat û pêşengiya xwe ya berxwedêriyê domand. Em ê têkoşînê mezin bikin azadiyê pêk bînin."
 
‘Em hemû jinan dawetî qada têkoşînê dikin’
 
Beybûn, di berdewiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha bi dawî kir:" Ji bo ku em sedsala 21 mîn bikin sedsala jinan, em bi îdiaya mezinkirina têkoşînê 8'ê Adarê li qadan bin. Em hemû jinan dawetî qada têkoşînê dikin.  Em bang li jinan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî her cureyê tundiyê li gel me cih bigirin. Têkoşîna me bi pêşengiya Sarayan dest pê kir û wê bi berxwedan û têkoşîna wan bidome.  Cihê kêfxweşiyê ye ku me şoreşa jinan a Rojava diyarî jinên cîhanê kir. "
 
‘Îro hikûmeta AKP'ê dijminê jinan e’
 
Piştre Parlementera HDP'ê ya Muşê Gulîstan Kilic Kocyîgît axivî. Gûlîstan, bal kişand ser polîtîyên îktîdarê. Gûlîstan, anî ziman ku jin di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji bo ku em li hemberî mêrê desthilatdar îro di berxwedanê de ne em kêfxweş û bextewar in. Her roj bedena me tê îstîsmarkirin û em jin tune tên hesibandin. Em bi pêvajoyeke ku keda me,têkoşîna me û hebûna me tune tê hesibandin re derbas dibin. Îro kesên ku welat rêve dibin, mixabin ji jinan re tenê êş û hêstir layîq dibînin. Lê em jin nîvê cîhan û civakê ne. Ji ber ku em nîvên civakê ne em azadiya xwe û heqê xwe dixwazin. Ji ber ku em jin in em naxwazin ku bên qetilkirin. Ji ber ku em jin in em naxwazin bi tundî û destavejiyê re rû bi rû bimînin. Ji ber ku em jin in em dixwazin li kolanan bi awayekî azad bimeşin. Îro hikûmeta AKP'ê dijminê jinan e. Çima? Çimkî bi her awayî jin hedef girtine.Ji ber ku jin keda xwe dixwaze hedef e. Ji ber ku jin mafê xwe dixwaze di hedefê de ye. Ji ber ku li hemberî tundiya polîs disekine hedef tê nîşandin. Ango ji ber ku di welat de jin e hedef tê nîşandin. Îro hemû polîtîkayên qirêj li ser jinan tên meşandin. Lêgara tazî yek ji mînaka vî tiştî ye. Me çi digot, me got lêgera tazî suce. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Demboriya wê tune ye. Li hemberî kê û li ku çê bibe teqez bi teqez divê hesabê wê bê pirsîn. Di îro de îktîdara ku herî zêde îşkenceyê pêk tine AKP ye. Em jin îro ji ber li hemberî vê disekin, em tên girtin,qetilkirin û kuştin. Ji ber ku em rûmeta mirovahiyê diparêzin, ji ber ku em nasname, ked, beden û hebûna jinê diparêzin em hedef tên nîşandin."
 
‘Çi bibe bila bibê em ê vê têkoşînê bidomînin’
 
Gûlîstan, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî her cureyê tundiyê ew ê di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha pê de çû: "Em dixwazin li Stenbolê bimeşin, em tên astengkirin,em dixwazin li Îzmîrê bimeşin pêşiya me tê girtin. Jin li dijî tundiyê dadiketin qadan tên binçavkirin û bi îşkenceya polîsan re rû bi rû dimînin. Çima? Ji ber ku ev îktîdar dijminê jinan e. Em ê jin li hemberî vê îktîdarê serê xwe netewînin. Em ê berxwe bidin û têkoşîn bidin. Wê ji welat re azadî û demokrasiyê jin bînin. Ew kesên ku ji me re dibêjin 3 zarokan çê bikin û hevserê xwe guhdar bikin û li hemberî gotina bavê xwe nesekinin, em ê mehkum bikin. Em ê jin  gotina xwe bibêjin û azadiya xwe bînin. Heger ji bo vê berdelek bê dayîn jî em bi vê razî ne. Bila ev îktîdara vê wisa bizanibe. Em ji bedeldayînê natirsin. Lê bila bitirsin. Bila ji jinên ku li taxan, kolanan, fabrîkayan û bazaran bitirsin. Çimkî têkoşîn mezin dibe û azadî nêz dibe. Bila ji jinên Kurd bitirsin, bila ji jinên elewî yên ku baweriya xwe diparêzin bitirsin. Jinên ku ji bo keda xwe berxwe didin bila bitirsin. Çimkî gotin, armanc, daxwaz û berxwedana me jinan heman e. Çi bibe bila bibe em ê vê têkoşînê bidomînin."
 
Daxuyanî bi  govend û dirûşmên "Jin jiyan azadî”, “bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 
Bernameya 8'ê Adarê  wiha ye: 
 
* Di Adarê de li Tirkiyeyê û li hemû bajarên Kurdistanê bi awayekî bi îhtîşam em 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
 
* Li Tirkiyeyê roja 8’ê Adarê bi sazî û platformên jinan em ê fînala 8’ê Adarê bi hev re pêk bînin.
 
* Em ê li Kurdistanê li Amed û Wanê bi fînala du mîtîngên mezin ên 8’ê Adarê pêk bînin.
 
*Ji 1’ê Adarê dest pê dike li hemû bajaran bi temamiya hefteyê meşên jinan, şahiyên 8’ê Adarê yên jinan, belavok, xebata belevkirina qurnefîlan, pêşandana sînevîzyonên di der barê 8’ê Adarê de, panel, semîner, li parqan hevdîtina bi jinan re, xebata li malan, em ê li taxan hevdîtina bi jinan re pêk bînin.
 
*Qlîba me ya 8’ê Adarê jî tê de ji yekê zêdetir çalakiyên çandî bi şahî û bi têkoşînê em ê di 8’ê Adarê de fînala wê pêk bînin.