Qedexeya çalakiyan a li Rihayê
- 14:28 26 Sibat 2021
- Rojane
RIHA - Walîtiya Rihayê, bêyî ku tu hincetê nîşan bide, heya mehekê lidarxistina çalakî û bernameyan qedexe kir.
Walîtiya Rihayê heya 30 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Walîtiyê, bêyî ku tu hincetê nîşan bide, heya 27’ê Adarê, hemû çalakî û bernameyên mîna civîn, xwe pêşandan, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina stant, vedana kon, belavkirina belavok û broşuran, daliqandina afîş û pankartan qedexe kir. Ev qedexe dê heya 30 rojan li navend û navçeyên Rihayê dewam bike.”