TJK-E: Em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin

  • 13:24 26 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi wesîleya 8'ê Adarê peyamek weşand û bang li jinan hemûyan kir ku li dijî faşîzm, zayendîperestî, tecrîd, neteweperestî û paşverûtiyê, 8'ê Adarê bikin roja asta herî bilind a têkoşînê." Bi vê peyamê, ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir.
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê danezanek weşand.
 
Danezan bi sernavê "Li dijî qirkirina jinê, dem dema parastina jin a azad û civaka azad e" hate weşandin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di nava şaristaniya kapîtalîst a vê serdemê de ku qirkirineke mezin a çandî, civakî, siyasî û aborî li ser civakan û jinan tê ferzkirin, li dijî van polîtîkayên mêtingerî û zordariyê berxwedan û têkoşîneke mezin hatiye meşandin. Ev têkoşîn ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Ewropayê heta Asyayê, ji Latîn Emerîkayê heta Efrîkaêy li qadeke berfireh roj bi roj berfireh û mezin dibe."
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku jinên Kurd jî di çarçoveya pêngava 'Li dijî qirkirina jinê; dem dema parastina jin a azad û civaka azad e' têkoşîna xwe xurt dikin û hate gotin, "Dewlet hewl dide xeta azadîparêziya jinê û lêgerîneriya li sîstema konfederal a jinê ya demokratîk terorîze bike. têkoşîna jinên Kurd a li dijî van êrişan her sal mezin dibe. Têkoşîna azadiya jinê ne tenê cîhana jinan ji bo azadiyê diguherîne, her wiha sîstema baviksalar-serdest jî diguherîne. Ji bo tevahiya mirovahiyê, jiyaneke azad û demokratîk pêkan dike.
 
Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, em 8'ê Adarê ya sala 2021'ê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê; dem dema parastina jin a azad û civaka azad e' pêşwazî dikin. Kampanya ku me di 25'ê Mijdara 2020'î de dest pê kir, bi biryardarî û coşeke mezin digihînin 8'ê Adarê. Bi rêya kampanya '100 SEDEM' ên ji bo darizandina dîktator Erdogan, jinên Kurd tevî dostên xwe li dijî faşîzmê û qirkirina jinê têkoşîneke girîng meşand."
 
TJK-E'yê destnîşan kir ku bi vê kampanyayê, ji bo bidawîbûna polîtîkayên hovane û darizandina kiryarê van sûcan dîktator Erdogan, wê têkoşîna xwe mezintir bikin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku 8'ê Adara 2021'ê wê bibin dengê wan jinan ku ji ber xizmetên xwe yên tenduristî, perwerdeyê û li her qadên hilberînê nikarin berdêla keda xwe werbigirin.
 
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em dixwazin keda jinê ya ku bêqîmet dikin û nahêlin ew ked bê dîtin, raxînin pêş çavan. Di nava vê salê de jin li her sektorê nekarîn berdêla keda xwe werbigirin û hîn bêhtir xisirîn. Krîza ku ji ber şewba Covîd-19 rû da bêhtir xizaniya jinan zêde kir û kir ku hîn bêhtir tundî li jinan bê kirin. Ji ber vê yekê li dijî zexta zayendîperestiyê û rejîmên mêtinger, em jî li her qadê tevlî grevên jinan dibin ên di asta navneteweyî banga wan hatiye kirin.
 
Li ser bingeha avakirina jiyana azad, hûnandina sîstema konfederal a jinê, ji b xurtkirina çalakiyên hevpar û avakirina tevna jinê em bi rojeveke girîng dest bi 8'ê Adara 2021'ê dikin. Di mijara rêxistinbûna xweser û xweparastinê de, bi rêya têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê, hem ji aliyê zîhnî hem jî avanî ve li ser bingeha wezîfeyên xwiştiyê, em qadeke girîng a têkoşînê ava dikin û pêl bi pêl mezin dikin. Li ser vê bingehê, em 8'ê Adara 2021'ê bi bawerî û daxwaza mezin a azadiyê pêşwazî dikin.
 
Bi navê TJK-E'yê di navbera 1-8'ê Adarê de em ê li dehan navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin, dakevin qadan. Her wiha bi rêya semîner û panelên onlîne, em ê bi sedan jinên ji welatên cuda li hev bicivînin. Tevî li Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Îngilistan, Awûstûrya, Yewnanistan, Swêd, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê, her wiha li Kanada û Awûstralyayê jî di 8'ê Adarê de jinên Kurd wê li qadan bin, li dijî faşîzm û qirkirinê azadiyê biparêzin, berxwedanê mezin bikin.
 
Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em dibêjin ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinê, li dijî qirkirina jinê em Civaka Azad, Jin a Azad diparêzin! Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî faşîzm, zayendîperestî, tecrîd, neteweperestî û paşverûtiyê, 8'ê Adarê bikin ew roj ku têkoşîn gihîştiye asta herî bilind."
 
Di dawiya daxuyaniyê de bi vê têgihiştinê bang li jinan hemûyan hate kirin ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.