10'emîn rûniştina Sebahat û Gultanê dest pê kir

  • 11:29 26 Sibat 2021
  • Rojane
MELETÎ - 10'emîn rûniştina doza têkildarî Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak de hatiye vekirin li Dadgeha Meletiyê dest pê kir. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” doz li wan hatiye vekirin. Rûniştina 10’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Meletiyê dest pê kir. Gultan bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Mesût Beştaş jî bi rêya SEGBÎS’ê ji Edliya Amedê tevlî danişînê bûn. 
 
Sebahat ji ber sewqa wê ya nexweşxaneyê hatiye kirin bi hêceta di karantînayê de ye beşdarî rûniştinê nebû. Beriya danişînê polîsan li derdora edliyê tevdîrên zêde girtin. 
 
Rûniştinê bi parastina parêzerên Sebahat û Gultanê dest pê kir û didome. 
 
Dadgeha Meletiyê bi îdiaya “endamtî û propaganda rêxistinê” 15 sal cezayê zîndanê li Sebahatê birîbû û bi heman îdiayê jî 14 sal û 3 meh ceza li Kişanak birîbû. Parêzerên herdû siyasetmedaran jî dozê veguhezandin Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê. Dadgeha Îsînafê biryara Dadgeha Meletiyê ku li siyasetmedaran sepandibû xera kir û xwestibû doz ji nûve li Meletiyê were dîtin.