Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê civîna xwe ya salekê li dar xist

  • 11:09 26 Sibat 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Îro Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê bi amadebûna 335 delegeyan civîna xwe ya salê li dar xist.
 
Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdarbûna hemû saziyan  civîna xwe ya salekê li dar xist. Civîn li Salona Konferansê ya wargeha Mexmûrê hat lidarxistin. Beriya ku civîn dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
 
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclîsê Evîn Tayboxa axiftina vekirinê kir û got: “Di serî de em bixêrhatina gelê xwe dikin. Armanca me di vê civînê de ew e ku em bikaribin kar û xebatên xwe yên salekê bi nêrîneke hevbeş binirxînin. Her wiha em bikaribin xebatên xwe yên salê bi berferehî bigirin dest û bigihîjin encamek hevpar.” 
 
Piştre rapora kar û xebatên salekê hate xwendin û li ser nîqaş hatin kirin.