Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'emîn de berdewam e

  • 09:09 26 Sibat 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 19'emîn berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 19'emîn di roja 92'emîn de didome. 
 
Ji bo çalakiya grevê meş û bang
 
Li Qosera Mêrdînê komeke ji ciwanan pêk dihat li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo ku balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan meş li dar xist. Herwiha li Amedê jî di bin banê Platforma Demokrasiyê ya Herêmê de 344 rêxistinên saziyên sivîl daxuyaniyeke hevpar dan û banga bidawîkirina tecrîdê kirin.