'Tu hêz nikare li ber têkoşîna dayikan bisekine'

  • 09:06 26 Sibat 2021
  • Rojane
AMED - Dayika Îhsan Topuz, Halîme Topuz anî ziman ku qey tenê ji bo kurdan mafên mirovan tune ye û wiha got: “Ez 27 sal in ji kurê xwe dûr im û di hesreta wî de me. Qey kezeba me ne kezeb e. Ev şer û gengeşî êdî bila biqede û rêya çareseriyê bê vekirin.” Dayika Mehmet Alî Baykal, Fatma Baykal jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin mirinê naxwazin.
 
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorverger kirin. Li sedan girtîgehan bi sedan girtî kom bi kom bi awayekî 5 roj dorveger çalakiyên xwe berdewam dikin.
 
Yek ji wan girtiyan jî Îhsan Topuz (41) ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye. Îhsan di sala 1992’an de hatiye girtin. 8 sal li girtîgeha Tirkiyeyê ma. Piştre tevlî PKK’ê bûye û nêzî 4 sal piştre ji aliyê Îranê ve hatiye girtin. Li Îranê jî 10 sal girtî maye. Bi vî awayî di sala 2016’an de Îran Îhsan radestî Tirkiyeyê kiriye. Îhsan niha nêzî 4 sal in li Girtîgeha Wanê girtî ye û 45 sal ceza lê hatiye birîn.
 
'Di 14 salîya xwe de hatibû girtin'
 
Dayika Îhsan, Halîme Topuz anî ziman ku zilm û neheqiya li ser girtiyan tu carî neqedîya ye. Loma her tim ji ber zilm û zordariyê dikevin grevê birçîbûnê. Halîme wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurê min gava ku hate girtin 14 salî bû. Ser mala me girtibûn û zilm û tahde li me kiribûn. Ev zilm bi salan in berdewam kirin. Niha jî li girtîgehê dimîne. Xwarineke baş nadin, ava germ nadin, kalorîferan pê naxin. Me ji bo zivistanê cil şandibû lê hê nehatiye dayîn. Ango muameleyek bi kêfî ji wan re tê kirin. Zarokên me li wê pêrîşan bûne. Em dayik in. Bila êdî vê zilmê li me nekin. Zarokên me mafdar in û em jî li pey wan in. Çiqas zilm û binpêkirinan jî li ser wan bikin, îradeya wan xurt e. Heta ku daxwazên zarokên me neyê cih em ê li kolanan bin."
 
'Tenê ji bo kurdan mafên mirovan tune ye?'
 
Halîmeyê destnîşan kir ku bila tu kes xwe nexe hundir û bêdeng nemîne. Halîme wiha bang kir:"Ez gazî Wezirê Dadê dikim û gazî cîhanê dikim ku dinya çima ji vê zilmê re lal û kerr e. Em ne miletekî biçûk in. Bi hezaran girtî dest bi girevê birçîbûnê kirine. Tirkiye ewqas qala mafên mirovan dike lê qey mijar dema dibe kurd mafên mirovan diqedin. Bangawaziya min ji bo dayikan jî heye ku bila xwe di hundir de nehêlin û girtiyên me tenê nehêlin. Bila piştgirîyê bidin. Ev çi cudatî ye ku di navbera me de heye."
 
'27 sal in ji kurê xwe dûr im'
 
Halîmeyê bi lêv kir ku êdî bila kurdan nexapînin û wiha pê de çû: "Her kes dizane ku azadiya gelê kurd bi rakirina tecrîdê û aştiyekê mayînde bi pêkan e. Bila kes xwe nexapîne û li gorî vê têbikoşin. Ez 27 sal in ji kurê xwe dûr im û di hesreta wî de me. Qey kezeba me ne kezeb e. Ev şer û gengeşî êdî bila biqede û rêya çareseriyê bê kirin. Hinek bila guhdarîya me bikin. Ev bû 2 meh û nîv ku di grevê de ne. Kîjan dayik dikare vî tiştî qebûl bike û bi dilekî rehet serê xwe dayne ser balîfê."
 
'Tu hêz nikare li ber têkoşîna dayikan bisekine'
 
Halîmeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Êşa herî giran li ser milê dayikan e. Tu dever ji dayikan re tune ye. Dayik ji bo kezeba xwe her tiştî dikare bike. Ango tu hêzek ku dayikê bide sekinandin tune ye. Ez hêvî û ricayê ji dayikan dikim ku bila em destên xwe bidin hevdu zarokên xwe ji vê zilmê xelas bikin."
 
'Piştî ku hat tehliyekirin 3 roj piştre dîsa hat girtin'
 
Mehmet Alî Aykal jî 4 sal in li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye. Dayika wî Fatma Aykal got kurê wê di 16 saliya xwe de hatiye girtin. Fatma, got: "Kurê min gava ku hate girtin hê zarok bû lê dîsa jî qet netirsiyabû. Gava ku polîsan hatin jê re gotin “tu çima ewqas rehet î wekî te sûc nekiriye” Mehmet jî got “ Sûcê min tune ku ez bitirsim” bi vî awayî kurê min girtin û 9 meh û nîv mehî li girtîgehê girtî ma. Piştre serbest hat berdan lê çawa ku hat berdan piştî 3 rojan dîsa hat girtin. Em matmayî man me xwest kurê me serbest bê berdan lê tevî nerazîbûnên me dîsa jî ew girtin.”
 
'Em aştiyê dixwazin, mirinê naxwazin'
 
Fatmayê bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û wiha got:"Kurê min cara berê jî ketibû grevê, niha dîsa jî ketiye. Qey kes nizane ku ji wê grevê mirin çêdibe? Gava ku serê xwe danîn ser balîfê çawa bi rehetî dikarin rakevin? Ez wek dayikek girtî nikarim bi rehetî rakevim. Kurê min hertim di hişê min de ye. Gava ez li av û xwarinê dinihêrim girtiyên me tên bîra min. Ji destên kê tiştek bê bila têbikoşin û pêşî li ber mirinan bigirin. Ev ne tiştê henekan e, di dawiyê de mirin heye. Girtî heta ku daxwazên wan neyê cih dev ji greva xwe bernadin. Bes êdî bila dilê me dayikan neşewite. Em tenê aştiyê dixwazin, mirinê naxwazin."
 
'Bila dengê me biçe dinyayê'
 
Girtî di çalakiya xwe de bi israr in. Zarokên me ji ber ku azadî xwestin û mafên kurdan parastin hatin girtin. Ji xeynî vê tu sûcekî wan tune bû. Kî dengê xwe li dijî vê zilmê derxîne tên girtin. Heta kengî dê ev zilm berdewam bike. Bi cezayên dîsîplînê hem li girtiyan hem jî li malbatan îşkenceyê dikin. Nahêlin bi telefonê jî xeber bidin. Çi heqê wan heye ji bo wan tiştan. Bila dengê girtiyên me bibihîsin û ji dinyayê re bidin bihîstin. Ji vê zilmê re bila tu kes kerr û kor nebe."