ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 26 Sibat 2021
  • Rojev
 * Derbarê kampanyaya “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,“Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” de endama sekreteriya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zuhal Tekîner diyar kir ji bo vê kampanyayê hêviya wan mezin e. Her wiha mamosteya MED-DER’ê Gulîzar Tellîoglu jî destnîşan kir dê li dijî xetereya windabûna ziman kurdî xebatên xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
*Dayika Îhsan Topuz, Halîme Topuz anî ziman ku qey tenê ji bo kurdan mafên mirovan tune ye û wiha got: “Ez 27 sal in ji kurê xwe dûr im û di hesreta wî de me. Qey kezeba me ne kezeb e. Ev şer û gengeşî êdî bila biqede û rêya çareseriyê bê vekirin.” Dayika Mehmet Alî Baykal, Fatma Baykal jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin mirinê naxwazin. BI DÎMEN 
 
*Di seranserê dîrokê de di nêrîn û pêşdaraziya li hember jinan de cudakarî hatiye kirin. Piştî olan rê da ber dîrokê şûnde ewil jin ji gunehan berpirs hatin dîtin û bi Xirîstiyaniyê re jî cihê jinê û nêrîna li hember jinê guheriye. Ev guherîn bi bandor pêk neyê jî jin ji asta gunehkariyê hatye derxistin, ketiye asta Dayika Meryem. NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Platforma Jinan a Enqereyê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de wê bêjin "Em li dijî newekhevî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê ji bo azadiya xwe serî hilbidin.” Endama Platformê Latîfe Demîrcî Kahya û Fatma Kiliçarslan diyar kirin ku têkoşîna wan ya ji vir şûnde wê hûnandina têkoşîna jinê ya yekbûyî be. BI DÎMÊN
 
*TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" dê li Hezexê startê bide. (13.00)