Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan hat redkirin

  • 12:33 25 Sibat 2021
  • Rojane
STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.   
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana bi hinceta qedexeya 6 mehan hat redkirin. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal, piştî 8 salan salan di navbera 2’yê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de bi Abdullah Ocalan re 5 hevdîtinan kiribûn.