Malbatê dê cenazeyê Medya Sonmez bigire

  • 11:11 25 Sibat 2021
  • Rojane
WAN - Tê payin cenazeyê Medya Sonmez a di operasyona TSK'ê ya li Bedlîsê de jiyana xwe ji dest da û li Tuşbayê li goristana bêkesan hatibû veşartin radestî malbata wê bê kiri. 
 
Di 11'ê Tebaxa 2020'î de li aliyê gundên Bedlîsê TSK'ê êrişên hewayî kiribû û Medya Sonmez (Asmîn Cilo) a YJA-STAR'î jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Medya li Goristana Bêkesan a Seyrantepeya Tûşbayê hatibû definkirin. Malbat ji bo cenaze bigire 3 meh berê li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê test kiribû. Encama testê diyar bû. 
 
Malbata hîn bû ku di encama testê de cenaze yê keça wan e serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da. Tê payin malbata serlêdana wan hat qebûlkirin îro cenaze li Gundê Kopa Mûşê dê bê definkirin.