Aktîvîsta TJA'yê Songul Erden: Em ê têkoşînê veguherînin raperînê

  • 09:54 25 Sibat 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - TJA'yê, di 26'ê Sibatê de li navçeya Hezexê bi meşekê dê starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê bide. Aktîvîsta TJA’yê û Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden, bang li hemû jinanên Botanê kir ku tevli meşê bibin û têkoşînê veguherînin raperînê.   
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 26'ê Sibatê de bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" dê di 26'ê Adarê de starta çalakiyên xwe bide. TJA, di vê çarçoveyê de di 26’ê Sibatê de saet di 13.00’an de li navçeya Hezex ya Şirnexê  bi meşekê dê starta çalakiyên xwe bide. 
 
Aktîvîsta TJA’yê û Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden, bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
 
‘Em ê bi coş çalakiyên xwe pêk bînin’
 
Songul, destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girînge û wiha got: “Meha Adarê destpêka biharê û jiyanê ye. Ji bo me jinan jî mehekê girîng e. Banga me jî jinên Botanê û cihanê ew e ku em xwedî vê rojê  derkevin û têkoşînê mezin bikin.  Dewlet û mêr, vîn û têkoşîna jinê nas nakin û ji ber vê yekê êrîşî jinan dikin. Em ê 8'ê Adarê bi coş, kelecaneke mezin û bi berxwedanê pêşwazî bikin. Wekî tê zanîn li girtîgehan greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û binpêkirina mafan heye. Em ê jî di vê 8’ê Adarê de hemû çalakiyên xwe di çarçoveya piştevaniya grevê de li dijî tecrîd û binpêkirina mafan li dar bixin. Divê em li qadan bibin dengê girtiyan. Li ser me jinan hovîtiyek mezin tê meşanidin. Heta tecrîd neyê rakirin dê azadiyek mayîn de neyê pêkanîn.”
 
‘Em ê bi rihê jinên têkoşer îsal li qadan bin’
 
Songulê, diyar kir ku jin di her aliyê de li dijî zilmê pêşengin û wiha pêlda axaftina xwe: “Ji grevên birçîbûnê dest pê bike heta gelek çalakiyên din jinê pêşengî kiriye. Di hemû deman de jinên kurd li hemberî zilmê serî rakirine.  Îro ew têkoşîna wan heta vê rojê hatiye û me jinan dewr girtiye. Jin îro di her aliyê de li berxwe didin. Jinan ala berxwedanê bilind kiriye. Em ê bi rihê jinên têkoşer li qadan bin. Heta ku ji destê me bê em ê ala berxwedanê bilind bikin. Em ê di her aliyê de li berxwe bidin.”
 
‘Raperînê vegûherinin têkoşînê’
 
Songulê, di dawiya axaftina xwe de got ew e di 26’ê Sibatê de starta xwe ya 8’ê Adarê bi meşekê girseyî bidin û wiha bang hemû jinên Botanê kir: “Banga me ji hemû jinên Botanê û ciwanan re ye ku di 26’ê Sibatê de dest bidin destên hev û bibin dengê jinê. Em ê hemû xwedî roja xwe derbikevin. Hêviya me ji vê 8’ê Adarê ew e ku tecrîd bê rakirin, çalakiya greva birçîbûnê bi dawî be, tundî û komkûjiya li dijî jinê bi dawî bibe. Em ê li kolanên Hezexê têkoşînê veguherînin raperînê. Em ê li kolanan bi tililiyên xwe dengê xwe bigihînin cihanê. Em bang li hemû jinên Botanê dikin roja 26’ê Sibatê li Hezexê kom bibin û  li hember zilmê dengê xwe bilind bikin.”