Dîmenên Geliyê Botanê mirov sermest dikin

  • 09:05 25 Sibat 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
SÊRT - Geliyê Botanê ku Kevirê Qul ê Sêrtê jî digire nava xwe, dema bihar tê gelî bi rengên cûr bi cûr ê kûlîlkan dixemile û bala şêniyên herêmê dikişîne ser xwe. Ev herêma ku bi xweşikbûna xwe di demsala biharê de balê dikişîne ji niha ve bûye navenda seyranê.
 
Her bajarekî Kurdistanê bi xweza, nav û dîmenê xwe dewlemed e û hîna cihên nehatine keşfkirin jî hene. Bajarê Sêrtê jî ji van yeke ku xwediyê dîroka 12 hezar salane û hîna nehatiye keşfkirin e.  Ji van cihên dîrokî yek jî Geliyê Botanê ye ku bi xweşikiya xwe ya xwezayî û dîroka xwe bala mirovan dikişîne. Girikê ku bilindbûna xwe nêzî 350 metreyî ye û bi navê Kevirê Qul tê zanîn û di nava Geliyê Botanê de cih digire bala mirovan dikişîne. Her wiha gir ji aliyê şêniyên herême û tûrîstan ve jî elqeyeke mezin dibîne.
 
Geliyê ku ji stranên gelerî re jî bûye mijar,  di sala 2019’an de wekî parqa neteweyî hat îlankirin û bi hezaran rengên xwezayê di nav xwe de dihewîne. Gelî di her demsalên salê de bi dîmenên xwe yê xweşik mirovan sermest dike.  
 
Kevirê Qûl ku yek ji devera herî xweşik a gelî ye, di demsala bihar û havînê de navnîşana bêdaw ya hezkiriyên xwezayê ye. Gelî ji ber nexweşiya Kovîd-19 li Tirkiye û hemû cihanê belav bû serdanên lê hatin qedexekirin. Ji ber ku demek dirêj bû serdan li gelî nehatine kirin ev demek bû gelî gelek bêdeng ma. Lê bi destpêka biharê re carekedin ziyaretvenan berê xwe dan gelî. Kesên ku tên gelî û serdana cihên dîrokî dikin tedbîrên xwe yên li dijî şewibê jî digirin.   
 
Bajarê ku navê xwe ji çîroka evînê girtiye
 
Di hin çavkaniyan de tê gotin ku ji ber bajar li ser sê giran ava bûye  bi navê “Sêrt” tê binavkirin. Her wiha di hin çavkaniyan de jî tê wateya sê cihan û di hinek çavkaniyan de jî dibêjin ku bajêr navê xwe ji çîrokek evînê girtiye…Li gorî çîrokê Keçekê bedew a  evîndarê şivanekî hebûye û piştî bi demekê keçik bi yekî ku naxwaze re tê zewicandin. Lê keçik şivan dixwaze.  Dawet tê kirin û berbû tên ku keçikê bibin zozanekî din, lê  ji nişkê ve dengê bilûrekê ku dilê mirov zîz dike tê û ev deng ê bilûra şivên e. JI ber vî dengî tofan radibe berbûlî her yek bi aliyekî ve diçin û keçik jî xêliya serê xwe radike, ji hespê peya dibe û ber bi dengê bilûrê ve diçe. Keçik dike qêrîn û dibêje; Segîrt... Were min bibe...Heta niha jî li wî cihê ku berbû lê belav bûne kon tê vekirin û navê cih jî "Sêgirt" tê gotin. Ev nav bi demê re dibe Sêrt.