Gulazer Akin a girtî: Têqez rêyek heye

  • 09:03 25 Sibat 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gulazer Akin a li Girtîgeha Jinê ya Qeyseriyê ev 28 sal in girtiye wiha dibêje:"Ez ji xwe re wiha dibêjim; dema mirov rast bifikirie teqez rêyek heye, teqez cihekî mirov rizgar bibe heye. Û ez teqez rêyekê dibînim." 
 
Li girtîgehan zextên li ser girtiyên siyasî her ku diçe zêde dibin. Tevî banga ji her aliyî pirtûk, rojname û gelek tiştên din bi hinceta Vîrusa Koronayê (Covid-19) nayê dayin. 
 
Gulazer Akin a li Girtîgeha Jinê ya Qeyseriyê ev 28 sal in girtiye jî para xwe ji van zextan digire. Gulazer bi rêya nameya di 2'yê Sibatê de ji xizmên xwe re şand balê dikşîne ser ka dem çawa derbas dibe. 
 
Gulazerê di nameya xwe de wiha dibêje:
 
“Em 11 kes in. Qaşo em di karantînayê de ne. Wekî ku alavan bidin ser hevdu me dane ser hevdu. Em ji vir nikarin derkevin. Hefteyek derbas dibe sewqa nexweşxaneyê ya hinekan derdikeve. Wan dibin û tînin dîsa rojên me ji nû de dest pê dikin. Tv, rojname tune ye. Em jî dema xwe bi hev re derbas dikin. 
 
Stranên berê dibêjim
 
Em sohbetê dikin, nîqaş dikin û çalakiyên civakî dikin. Em lîstikan dilîzin; tabu, ez ne ez bam ez ê kî bam, pêşbirkên zanistiyê, de haydê rave bike. Her her şev ji hevalan li bilûrê dixim. Ez stranên berê dibêjim. Ji bo kes dijwariya zindanê hês neke û di nava aramiyê de razê. Ez wekî lorîkan lê didim.
 
Dema mirov rast bifikire teqez rêyek heye
 
Dema ez dibînim her kes razeye wê demê dev ji bilûrê berdidim. Em satrançê dilîzin. Me hînî herkesî kir. Satranç lîstikeke xweş e. Divê mirov satrançê bilîze. Gelek fêda wê heye. Dema ez dilîzim û zor li min tê ez wiha dibêjim; dema mirov rast bifikire teqez rêyek heye, têqez rêyek rizgariyê heye. Û ez teqez rêyekê dibînim."