Hem şivan, hem bêrîvan hem jî beytar e

  • 09:02 25 Sibat 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Kadîfe Ayar, di temenê biçûk de ji perwerdê bêpar ma û di 17 saliya xwe de hat zewicandin. Emrê wê her tim bi şivantiyê derbas bû. Kadîfe hem şivan, hem bêrivan û hem jî beytar e.
 
Kadîfe Ayar ya li taxa Emîrbaşan a Çelê ya Colemêrgê dijiya di temenê biçûk de bavê wê neşand dibistanê û heta 17 salî şivantî kir. Kadîfe di 17 salî de hat zewicandin û ji roja hatiye zewicandin heta niha ev 21 sal in hem karê malê dike û hem jî bi sewalkariyê re mijûl dibe. Kadîfe tevî şertên tûnd yên zivistanê li pezê xwe dinêre.
 
Kadîfe ku ji zarokatiya xwe de li sewalan dinêre got bi vî awayî jiyana xwe didomînin û wiha pê de çû: “Em penîr, şîr, mastê xwe difroşin. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Em ji her tiştên pezê xwe fêdeyê digirin. Em ji kar û pezê xwe razî ne.”
 
Kadîfeyê behsa zarokatiya xwe kir û got: “Mamoste her sibeh dihat mala me û digot ‘apê Şerîf zarokan bişîne dibistanê’. Bavê min digot erê û piştre em nedişandin. Her sal qeyda me çêdikir lê em nediçûn dibistanê. Me her sal digot me bişîne lê bavê min me nedişand. Bavê min digot li pezê xwe binêrin. Ez di 17 saliya xwe de hatim zewicandin. Mixabin temenê me bi kar derbas bû, em neçûn dibistanê.”
 
Kadîfeyê daxuyakirin ku ew ji karê xwe kêfxweşin û wiha pê de çû: “Berê kar û bar zehmet bû. Me gîha bi destan diçinî û kom dikir. Niha her tişt bi maşîneyan tê kirin. Li gorî berê kar hêsane. Axur hema ligel mala me ye. Av, êm û gîha em dikarin peyda bikin. Çend kurê min hene û diçin dibistanê. Em sibehê radibin malê paqij dikin û taştê amade dikin. Piştre em li sewalên xwe dinêrin. Zivistana vir zehmete.”
 
Kadîfeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tenê şivantiyê nake, dema sewal nexweş dikevin jî lê dinêrin û beytariyê dike. Kadîfeyê wiha bi dawî kir: “Dema sewal seqet dibin em dizanin birînên wan bikewînin. Ez wan derman dikim. Dema nexweş bikevin em dermanên vîtamînê jî didinê.”