Xebatên yekitiyê li Qoserê bi serdana esnafan didome

  • 15:55 24 Sibat 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Xebatên yekitiya neteweyî di 16’yê mehê de li Mêrdînê hatibûn destpêkirin îro li Qoserê bi serdana esnafan didome. 
 
Xebatên yekitiya netewî ya bi dirûşmeya “Dem Dema Yekitiya Netewî û Azadiyê ye” ên di navbera 16 û 25'ê sibatê de hatine destpêkirin li navçeya Qosera Mêrdînê didome. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) yê di şandeyê de cih digirin.
 
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê Ebru Gunay û Pero Dundar, hevserok û hevşaredarên HDP'ê yên bajêr û navçeyê beşdarî bernameya serdana esnafan bûn. Di xebatan de bangewaziya tevlîbûna meşê hat kirin. Şande dê sibêhê saet 13.00'an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li xebatên xwe bînin.