Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

  • 13:37 24 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Polîsan daxuyaniya DÎK'ê asteng kir û li dijî astengiyê girse li Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
Di 27'ê Mijdara 2020'an de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan li girtîgehan grevên birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî 90 roj in didome. Ji bo piştgirî dayîna çalakiyê Kongreya Demokratîk a Îslamî (DÎK) xwest li Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê daxuyaniyek bide. Rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmen Demokratîk (DBP), Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û xizmên girtiyan ji bo piştgiriyê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Li dijî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê 30 deqîqeyan berdewam kir. Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.