Rapora qeyûm: Îradeya 4 milyon û 356 hezar û 819 hilbijêrî hat xespkirin

  • 13:31 24 Sibat 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Hevberdevkên Rêveberiya Herêmên Demoratîk a HDP'ê, li Navenda Giştî ya HDP'ê rapora bi sernavê "Rastiyên Qeyûm û Xezpa Vînê" eşkere kir. Di raporê de hat gotin îradeya 4 milyon û 356 hezar û 819 hilbijêrî hat xespkirin.
 
Hevberdevkên Rêveberiya Herêmên Demokratîk a HDP'ê, Hediye Karaaslan û Salim Kaplan li Navenda Giştî ya HDP'ê rapora bi sernavê "Rastiyên Qeyûm û Xezpa Vînê" eşkere kir.  Rêveberiya Herêmî rapor bi kurdî û tirkî bi raya giştî re parve kirin. Bi Kurdî Berdevkê Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Salih Kaplan, rapor aşkere kir. 
 
Hediye, anî ziman ku ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve li ser polîtîkayên qeyûmên qirêj nerazîbûneke gelek mezin hem di nav raya giştî de hem jî li qada navneteweyî de derxistiye holê. Vê nerazîbûna civaka giştî alozî û qeyranek xistiye dilê AKP'ê û wiha got: "Ji ber vê yekê jî bi keleceneke gelek mezin lijneyek nû li ser derewan amede kirine. Jixwe dîroka wan dîroka derewan e. Ka em biRastiya qeyûman çi ye hiqûq û bêhiqûqiya qeyûman çi ye… sazumaniya AKPê rewşa awarte ya OHAL’ê îlan kirin. Hem destûra bingehîn û zagonan binpê kirin. Li ser biryarnameya hikmên zagonî yanê KHK’yan meşandin vê rejimê kirin rejîma khkyan komara Tirkiyeyê navê xwe guhertiye KHK 674(an destûr dida serokomar li şûna şarederan qeyûman diyar bike) Xala 45'emin.  Êdî hêz destûr dan wezîrê karê hundir ku bikaribe li şûna qeyûman diyar bike." 
 
'650 sal ceza dan hevşaredaran, sedema vê çi ye?' 
 
Hediye, da zanîn ku 1 desteya destûra bingehîn dadgeha bilind lêpirsîna li ser KHK’ê qebûl nekirin bêhiqûyê ji vir destp kir u wiha lê zêde kir: "Ya herî giring gelek caran li vî welatî hate şirovekirin. KHK divê bi şertên rewşa awarte girêdayî be. AKP temamê jiyanê li ser milê KHKyan meşand. KHK bêhiqûqî ne. 48 şarederî bi destê AKP'ê hatin xespkirin. A yekemîn dibêjin şarederê HDPê bi rêxistinan re eleqeder bûn. Êdî dad edalet di destê desthilatdariya AKP-MHP'ê de weke amûrekî û şûrekî ku bikaribin serê muxalîfan şer jê bikin tê bikaranîn. Sûcdariyên ku şarederiyên HDP'ê kirine çi ne: 650 sal ceza dan hevşaredaran, sedema vê çi ye?" 
 
'Evqasî ji nirxên mirovahiyê dûr ketine' 
 
Hediye, helwesta dadgehê jî rexne kir û wiha pêde çû: "1. Hevşeradera Pirsûsê birêz Hatice Çevik beşdarê newrozê bûye, li pişt wî kesek xemla kesk û sor û zer li xwe kiriye. Sûca wan a gelek mezin ev e. Hevşarederê Colemêrgê çi ye? Bûye sûc ku tev li merasima cenazeyê kurê xwe bûye. Dozgeran li ser vê yekê doz vekiriye. Kesên ku sersaxî dane wekî endamê rêxistinê qebûl kirine.. Li ser rûyê cîhanê tu bav heye ku kurê wî jiyana xwe ji dest dabe sersaxiyê qebûl nekiribe. Evqasî ji nirxên mirovahiyê dûr ketine." 
 
Ji hevşaredara me ya Elbakê re dozger wiha dibêje; “ji malbateke xizan re we alîkarî kiriye û li ser vê yekê jî propagandaya rêxistinê kiriye”. Tiştek ecêbtir jî ev e ku dozgeran gotiye “dema ku hûn bûne bernamzedê HDP'ê tu beşdarî danasîna partiyê bûyî." 
 
'Qeyûman di hundirê 4-5 salan de tahrîbatên gelek mezin hiştin '  
 
Hediye, bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman û wiha got: "Yanê gotine sûc e ku tu xwe bidî nasandin. Bêhiqûqiya qeyûmên AKP'ê ya li dijî HDP'ê bi vî rengî ye. Qeyûman di hundirê 4-5 salan de tahrîbatên gelek mezin hiştin li pey xwe. Deynê wan di lijneya Wezareta Karê Hundirîn de bi qasî 6,4 milyaran hatiye diyarkirin. Em jî bersiva vê yekê didin wan, hûn Wezîrê Karê Hundirîn dikare mufetîşên xwe bişîne, em dikarin derkevin hemberî civakê û vê yekê binirxînin. 
 
Deynê wan ê heyî 780 mîlyon e. Piştî 31'ê Adarê 5,6 mîlyar deyn hebû. Himanen milyone hatin avakirin Bi tonan qedeyifan xwaribûn me parvekir. Minakekî balkêş. Şaredariye baajere mezin a amedeye. 2016 dema qeyûm tê.. dema me bi hêza gelan wê derê stand milyar u 30 milyon deyne wi heye. di nav 4 mehan de gelek kan xebatên geyra hatin kirin. Minakekî balkêş minaka şarederiya gewerê ye. Dema ji aliyê qeyûman hatiye gasp kirin 4.5 milyon deyne wi hebu. dema me ew der bi dest xibs 670 milyon deynê şarediyê hebû. di 17 salan de nikaribû deynê xwe bide. Wuha pergalek diziyê şêlandinê liser şarederiyê HDP'ê hatiye avakirin.
 
'Gotin em ê dîsa qeyûman tayin bikin' 
 
Hediye, herî dawî destnîşan kir ku qeyûm zerarek mezin daye şaredariyan û wiha bi dawî kir: "Qeyûm neyarê gelê kurd e. Neyartiya zimanhe gelê kurd çanda gelê kurd kirine. 2,3 minake em dikarin bidin. Qeyûma batmanê 0xebata yekem malpera kurdi girtiye. Qeyûmên Sêrtê x0ebata yekemen pirtûkxaneya celadet eli bedirxan hilweşandine. Qeyûmê ercişê pirtukxaneye gerok ku bimaşineyek tax tax pirtuk digihandin ku gund bi gund tax bi tax pirtûk digihandin welatiyên ercişiyan, ji ber ku wêneyê ehmedê xanî, feqiyê teyran li ser bû ew wêne rakirin ew xebat sekinandine. Bi vana tenê neman, mixabin li Bazidê peykerê Ahmedî Xanî, li Amedê peykerê Roboksiyê li Niseybinê peykerê Newroz û Aştiyê, li Qoserê peykerê Ugur Kaymazan hilweşandin. Em dixwazinin tiştek binînin bira raya giştî. Beriya hilbijartinê Enrdogan ev yek digot. Digot ku carek din ev şarederî bibin destkeftiyên gelê kurd gelê heremî û yên HDP’ê em ê bi destê qeyûman carek din van deran xesp bikin. Ev politikayên wê rojê ne. 4 mehan tenê hevalê me li ser peywirê man. Di şarederiya de plansaziya stratejiyê di hundirê 6 mehan de tê amedekirin. Piştê 6 mehan bi destê qeyûman îradeya vê gelî hat xespkirin. Divê tiştek din bêbira gel. Beriya hilbijartinê Waliyê Amedê, Mêrdînê û Wanê bi daxwaznameyek ji wezareta karê hundir ku qeyûm were. Hin ku şarederê me dengê hezeran kesan standibû mazbataya xwe nestandibû xwe nestandibû. Pekî emê çi bikin, an jî pêdiwî bi çi heye. 1) 19 Gelevawêjê dema ku 3 hersê şarederiyê me bi destê qeyûman hatin xespkirin li ser navê desteya rêveberiya bilind HDPê daxuyaniyek hatibû dayin. Di vê daxuyaniyê de me ev yek gotibû, ger ku îro li derdora şarederiyên HDPê li hemberî rejima qeyûman em bi hev re têkoşînek nedin, mixabin li vê welatê tu destkeftiyên demokratîk ên bên parastin nemîne. Em xemgînin ku ev daxuyaniya ku me ew roj da îro bi encam bû. Ji ber ku bi qeyûmên li ser zaningeha Bogaziciyê zagonê qeyûman hate guhirandin ku êdî dikarin qeyûman bavêjin ser sazî û dezgehên sîvil. Me tiştek din jî gotibû heya ku em qeyûman ji vî welatê biqewirhinin heya ku em polîtikayên."