Li Mexmûrê koma 35'emîn çalakiya grevê dewr girt

  • 12:01 24 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 35'an dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê  îro bi merasîmekê ji aliyê koma 35’emîn ve hat dewirgirtin.
 
Çalakî di roja 69’emîn de berdewam dike. 
 
Çalakvan Cîhan Kaplan axivî û got:” Ji avabûna partiya PKK’ê heya niha ev 42 sale komplo li ser gelê Kurd berdewam e û ranebûye. Gelê Kurd hertim li ser lingan e û li ber xwe didi, mînaka wê jî diyar e li Garê dijmin çawa têk çû diyar e li ber çavan e. Em bejna xwe li beranberê wan şehîdan û tevayî şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewînin. Em bi minnetdarî bi bîr tîtin û serkeftina Garê silav dikîn. Bi îradeya gelê Kurd, fikir û ramana  Rêber Apo çiqas komplo hatibe dubarekirin jî dîsa ew komplo hatiye valaderxistin û komploger hertim li beramberî dîrokê rûreş in. Gelên cîhanê û yên dibêjin em mafê mirovan diparêzin heya niha bê deng mane. Hêza xwe em ji Serokatiya xwe û ji îradeya ku Serokatî daye gelê Kurd digirin. Em ê heya dawî li ber xwe bidîn çi bikeve ser milê me em ê bikin û em ê bigihîn serkeftinê û me bi şehîdan sond xwariye ku em ê Serokatiya xwe di nava xwe de bi zindî bibînin. Çalakiya li zindanan jî slav dikin û soz didin wan jî tişta dikevi ser milê me em ê pêk bînin û em hertim li gel wan in û em ê dewleta tirk li gel hevkarên wan li ber çavên tevayî cîhanê bi têkoşîn û berxwedana xwe vala derbixin."
 
Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “ Bijî berxwedana Garê” bi dawî bû.