Çalakiya xelkê Şengalê 'Em hemû asayîş in' 85 roj in didome

  • 09:25 24 Sibat 2021
  • Rojane
  
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 85’an de berdewam dike. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
 
Xelkê Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 85’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
 
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şengalî dibêjin heya daxwaza wan pêkneyê, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.