'Kurê min ê girtî ji sedî 98 astengdar e û bi tenêhiştinê îşkence lê dikin'

  • 09:07 24 Sibat 2021
  • Rojane
 
Medya Uren  
 
MÊRDÎN - Serdar Yildirim, ji sedî 98 astengdar e û ligel rapora Dezgeha Tiba Edlî Serdar nikare li girtîgehê biminê nayê berdan. Sedar meheke di hicreyê de bi tena serê xwe dijî. Dayika wî Fazma Îzrak diyar kir ku bi tenê hiştinê îşkence li wan dikin û got: "Ne tenê kurê min, hemû girtiyên nexweş bi wê rêbazê bi mirinê re rûbirû dihêlin. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan."
 
Girtiyê bi navê Serdar Yildirim (28) ê ji sedî 98 astengdar e. Engîn Aktaş (32) ê girtî jî herdu desten wî tune. Herdu girtiyên ku di heman koguşê ya Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de bûn ji hevdû hatin cudakirin. Meheke di hicreyên yek kesî de dimînin. Girtiyên ku ji hev hatin dûrxistin niha bi zehmetiyan re rûbirû man. Dayika Serdar Yildirim, Fatma Izrak ji ajansa me re behsa rewşa Serdar û Engîn kir. 
 
‘Ligel astengdar bû jî îşkence lê kirin’
 
Fatma dema behsa rewşa wan kir kelûgirî bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Serdar beriya bê girtin qezaya trafîkê derbas kir û niha ji sedî 98 astengdar e. Di pişta wî de platin heye û nikare ser piyê xwe bisekîne. Me Serdar xwedî dikir. Ne dikarî pêwîstiyên xwe yên jiyanî pêşwazî bike. Di navbera malbatê de li ser eraziyan şer derket. Di şer de Serdar lêdan xwar û wî birin teslîmê Qereqola Uçyol a Dêrikê kirin. Ji ber ku kurê min felc bû nedikarî rabe ser piyê xwe bêtir îşkence lê hat kirin. Kurê min hat girtin û 2 mehan li girtîgehê ma. Piştî salekî 9 sal û 7 meh ceza lê hat birîn." 
 
'Bi kuştinê tehdît kirin' 
 
Fatma di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa Serdar: "Piştî 2 mehan me xwest em wî tedawî bikin lê piştî ku ceza lê hat birîn, polîsan bi ser malê de girtin. Mala me dorpêç kirin. Sedar ê ku ji sedî 98 astengdar e bi çekan êrişê wî kirin. Çend me ji wan re got astengdar e nikare rabe guhdarî me nekirin. Bi îşkenceyê wî ji malê derxistin."
 
‘Niha jî bi tenêtiyê îşkence li wan dikin'
 
Fatma diyar kir ku niha Serdar li Girtîgeha Metrîsê de ye û wiha axivî: "Serdar li girtîgeha Metrîsê de bi sê hevalên xwe re dimîne. Lê hevalek wî herdû destê wî nîne û hevalek wî jî felc e. 3 hevalên astengdar li gorî hêza xwe ji hev re dibûn alîkar. Hevalekî wan ên felc serbest hat berdan û ev tişt ji bo me keyfxweşiyek e. Engîn û Serdar demek dirêj di heman koguşê de man. Lê mehek e herduyan jî ji hevdû qut kirine. Niha hicreyên yek kesî de dimînin. Ev jî cureyeke îşkenceyê li wan tê kirin. Wan bi tenêtiyê îşkence dikin. Her du jî ji ber ku nikarin paqijiya xwe bikin û pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin enfeksyon girtine.”
 
‘Serdar wê çawa zirarê bide' 
 
Fatma destnîşan kir niha tenê bi rêya telefonê agahî jê digirin û wiha got: "Ji ber ku hatin sirgunkirin em nikarin wan bibinin. Em tenê rêya telefonê diaxivin. Beriya çend rojan em pê re axivîn. Dengê wî pir nexweş dihat. Bi dengê wî re dilê min êşiya. Diyar bû ku tenêtî rewya wî xetertir kiriye. Bi Serdar re me hemûyan ceza dikin. Edalet û hiqûq li ku ye. Serdarê ji sedan 98 astengdar wê çi bike. Yan ji wê ji îro şunde çi bike. Dibêjin Serdar 'terorîst' gelo kesek wisa wê çawa zirerê bide kesên din. Hinek tişt aqil jî qebûl nake.”
 
'Hûn dixwazin wan qetil bikin’
 
Fatma da zanîn ku 3 caran Dezgeha Tiba Edlî rapora ku Serdar nikare li girtîgehê bimîne da jî nehat berdan û wiha berdewam kir: "Lê ligel rapora heyî bi tu awayî serbest nehat berdan. Madem hûn tedawî nakin wî berdin, ez ê kurê xwe tedavî bikim. Ji bo bimirin li vir dihêlin û dixwazin wan bikujin. Ev tişt wê nîşan dide. Em dixwazin her kes dengê me bibhise. Ez bang li siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan û hemû berpirsyaran dikim ku xwedî li Serdar û hevalên wî derkevin. Ne tenê Serdar, li gel Serdar Engîn ji heye û belkî bi sedan yên weke wan hene. Pêwîste em xwedî li wan derbikevin. Cihê wan ne girtîgehe. Li gorî hemû qanûnan ev wisa ye. Serdar û Engîn berdin.”