TJA ji 8’ê Adarê re amade ye: Em ê dakevin qadan

  • 09:04 24 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - TJA bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Em li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî qirkirina jinê jî jiyanê diparêzin’ derdikevin qadan. TJA wê li qadan gelek bernameyan pêk bîne û bi jinan re bê cem hev.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) wek her sal îsal jî wê di 8’ê Adarê de li qadan bin. TJA her sal bi dirûşmeyeke cuda derdikevin qadan. Îsal jî bi dirûşma "Em li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî qirkirina jinê jî jiyanê diparêzin’ derdikevin qadan.
 
‘Herî zêde jin tecrîdê hîs dikin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Sevîcan Yaşar got îsal bi taybet tecrîd girtine dest û got sedema vê jî ev e ku li ser jinan tecrîdek cidî heye û got: “Tecrîd ji Îmraliyê dest pê dike. Ji wir jî li ser jinan û civakê pêk tê. Bi taybet jiyana jinan dorpêç kirine. Daxwazin fikra li Îmraliyê bigihêje jin û civakê. Ji ber vê tecrîd pêk tê. Dixwazin bi tecrîdê me ji rastiyan qût bikin. Ev ne polîtîkayeke ku nayê zanînê ye. Ew çiqas veşêrin jî her tişt di bin tecrîdê de ye. Kes nikare fikra xwe bêje. Tiştên em dibêjin sûc tê hesibandin. Ev hemû parçeyên tecrîdê ne. Li dijî hebûna jinê polîtîkayek cidî tê meşandin. Ev 5 sal in ev gihiştiye asteke dijwar. Li dijî jinê polîtîka qirkirinê tê meşandin. Her meh herî kêm 30 û 40 jin tên qetilkirin.”
 
‘Jin hem qirkirina psîkolojîk hem jî ya ruhî dijîn’
 
Sevîcan bi lêv kir ku tê xwestin jin ji jiyanê bên qûtkirin û got: “Hewcedarî bi rêxistinek cidî heye. Em di xebatan de hişmendiya jinê derdixin holê. Qirkirina jinê ne tenê fîzîkiye. Hem psîkolojîk û hem jî ruhiye. Dixwazin jinan bi giştî ji derveyê her tiştî bigirin. Piştî koronayê jin hepsê malê hatin kirin. Ev polîtîkayek bi zanebûne. Jin bi qasî ku jiyanê diparêze azade. Ji ber desthilatdarî ewil êrîşê jinan dike.”
 
‘Têkoşînek dirêj pêwiste’
 
Sevîcan her wiha destnîşan kir ku jin divê her roja xwe wek 8’ê Adarê bigirin dest û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salane şîdet û êrîşa li ser jinan didome. Divê hinek tişt biguherin û ji bo jinan parastina jiyanê gelek girîng e. Ji ber ku jin bi xwe jiyane. Jin barê hemû jiyanê hildigire lê nayê dîtin. Ev pisgirêkek cidiye. Garantiya tu jinekê tune ku rastî şîdetê neyê. Ji ber vê jî divê jin bi hişmend tevbigerin. Em ê bi dirûşmeya ‘ji bo jinan edelet’ li kolanan bin. Em ê bi ziman û çanda xwe li qadan bin. Bila hemû jin bi vê hişmendiyê li qadan bin.”
 
TJA starta bernameya 8’ê Adarê di 26'ê Sibatê de li Sêrt û Hezexê dide, li Amedê jî di 1’ê Adarê de dê star bê dayîn.