Li Wanê 'Hevdîtinên Kar û Nan' didome

  • 17:06 23 Sibat 2021
  • Rojane
 
WAN -  Heyeta HDP'ê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" û xebatên "Hevdîtinên Kar û Nan" de esnafên li Wanê ziyaret kir. Esnafên ku heyeta HDP'ê pêşwazî kirin xwestin ewil Deriyê Sînor ê Kapikoy bê vekirin. 
 
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" û xebata "Hevdîtinên Kar û Nan" de di roja duyemîn de ziyaretên esnafên li Wanê berdewam kir. Heyeta ku di nav de rêveber û parlamenterên HDP'ê jî hebûn, ji 3 milan de esnaf û nûnerên rêxistinên civakî ziyaret kirin û li daxwaz û pirsgirêkên wan guhdar kir. 
 
Di ziyaretan de Endama Ji Kedê Berpirsiyar a Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose û parlamenterê HDP'ê esnafên navenda bajar ziyaret kir. Ewil esnafên Pasaja Japonê ziyaret kir. Piştre derbasî Pasaja Gel a Mezin ziyaret kir. Heyetê di ziyaretan de li esnafan guhdar kir û nîşe girtin. Esnafan bi ziyareta heyeta HDP'ê kêfxweşiya xwe anîn ziman bal kişandin ser hiqûq û demokrasiyê. 
 
Heyeta duyemîn ku Berpirsiyarê Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê Garo Paylan, Berpirsiyarê Komîsyona Ekolojiyê Nacî Sonmez, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere û wekila HDP'ê Muazzez Orhan, li Navçeya Erdîşê esnaf ziyaret kir. Heyetê li vir Bazara Sewalan û Odeya Esnaf û Ajokaran a Erdîşê ziyaret kir. 
 
Heyetê herî dawî li navçeya Tuşba Herêma Pîşesaziya Organize (OSB) esnaf ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Di ziyaretan de heyetan nîşe girtin û anîn ziman ku dê şopdarê pirsgirêkan bin. Esnafan jî bal kişandin ser pirsgirêkan û xwestin berî her tiştî deriyê sînor bê vekirin.