Li Hezexê ji bo tevlîbûna starta 8'ê Adarê bangewazî hat kirin

  • 15:14 23 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, dê di 26'ê sibatê de ji bo 8'ê Adarê li Hezexê startê bidin. Jinan îro ji bo startê belavok belav kirin û banga tevlîbûnê kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, dê di 26'ê sibatê de starta 8'ê Adarê bidin. Ji bo wê jî îro çûn serdana esnafan. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêveberên HDP'ê ya Hezexê û gelek jin tevlî serdanê bûn. 
 
Di serdana hat kirin de jinan, belavok belav kirin û banga tevlîbûna startê kirin.