Li Dêrîk û Şemrexê xebatên yekitiyê didomin

  • 14:21 23 Sibat 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Xebatên Yekitiya Netewî yên di 16’yê mehê de li Mêrdînê hat destpêkirin bi serdana gund û navçeyên Dêrik û Şemrexê berdewam dike. 
 
Xebatên Yekitiya Netewî ya bi dirûşmeya “Dem Dema Yekitiya Netewî û Azadiyê ye” ên di navbera 16'ê û 25'ê Sibatê de hatine destpêkirin serdana gund û navçeyên Dêrik û Şemrexê berdewam dike. Şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê xebatên xwe didomînin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlementerên HDP’ê Ebrû Gunay û Pero Dundar, hevserok û hevşaredarên HDP'ê yên bajêr û navçeyê beşdarî serdanên navçeyê bûn.
 
Şande li navçeyan rastî eleqeyek mezin hatin.