'Tevlî meşa yekitiyê ya li Qoserê bibin'

  • 12:03 23 Sibat 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Xebatên yekîtiya neteweyî ya bi dirûşma “Dem Dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye” di 16'ê sibatê li Mêrdînê hatî destpêkirin dê di 25'ê sibatê de meşeke girseyî bê lidarxistin. Bi dîmenan bangewaziyên tevlîbûna meşê tê kirin. 
 
Xebatên Yekîtiya Neteweyî yên ku ji hêla Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di 16’yê Sibatê de li Mêrdînê hatibûn destpêkirin didomin. Xebat bi dirûşmeya "Dem Dema Yekitiya Netewî û Azadiyê ye” li Mêrdîn û navçeyên wê pêk hatin. 
 
Her wiha di çarçoveya xebatê de dê di 25'ê sibatê de li Parka Mehmet Sîncar a li Qoserê meşek girseyî bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna meşê bangewazî tên kirin. Hevserokê HDP'ê ya Mêrdînê Salîh Kuday û hevseroka DBP'ê a Mêrdînê Şukran Erol, Dayika Aştiyê û ciwan bi dîmenên ku li ser medyaya civakî parvekirin banga tevlîbûnê kirin.