Qedexeya li ser 18 gund û gundikan hat rakirin

  • 09:17 23 Sibat 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Qedexeya derketina derve ya bi hinceta operasyonan li 18 gund û gundikên Dêrik û Şemraxa Dêrikê hatibû ragihandin hat rakirin. 
 
Qedexeya derketina derve ya bi hinceta operasyonan di saetên serê sibehê de li 18 gund û gundikên Dêrik û Şemraxa Dêrikê hatibû ragihandin hat rakirin. Li gor daxuyaniya walîtiya Mêrdînê hat ragihandin ku qedexe ji saet  22.30'an şûnde hatiye rakirin. 
 
Welatiyên herêmê diyar kirin ku di çarçoveya operasyona piştî qedexeyê de tevgera leşkerî li aliyê zinaran dewam kiriye û li cihên şikeft lê bûne teqîn pêk hatine.