Li Manîsayê 3 kes hatin girtin

  • 09:15 23 Sibat 2021
  • Rojane
MANÎSA - Ji 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yên ev 8 roj in li Manîsayê di bin çavan de bûn  3 jê hatin girtin. 4 jî jê bi şerdê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Li Manîsayê di 15'ê Sibatê de li Manîsayê di encama biserdegirtina malan de 7 endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê hatibûn binçavkirin. 7 kesên 8 rojî di bin çavan de hatin hiştin piştî karên emniyetê derketin edliyeyê. 
 
Zahir Aslan, Hamza Aslan û Ahmet Aslan piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê û 4 endamên meclîsê jî bi daxwaza berdana şerdê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Zahir Aslan, Hamza Aslan û Ahmet Aslan hatin girtin. Aleyna Tekin, Sultan Aslan, Mahsun Silinsin, Mehmet Emin Polat bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.
 
Hat hînbûn ku bi hinceta parvekirinên ciwanên HDP'ê yên li ser medyaya civakî, çalakiyên beşdar bûne û hinek xebatên li ser metaryelên dijîtial ên polîsan dest xistibûn ser bi sûcên "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin û sewqî dadgehê hatine kirin.