'Em ji bo jin û zarokan xebatê dikin'

  • 09:10 23 Sibat 2021
  • Rojane
ŞENGAL- Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî (Weqfa Jinên Êzidî) Riham Hisen da zanîn ku xebatên wan bêtir li ser jin û zarokan e û got:"Erka me ya ewil ew e ku em li ser zarok û jinan bisekinin."
 
Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî (Weqfa Jinên Êzidî) Riham Hisen têkildarî alîkariya li zarokan hat belavkirin da zanîn ku erka wan a girîng ew e ku ew alîkariya zarok û jinan bikin û wiha got:"Ji bo zarokên me çi bikevin ser milên me em ê bikin."
 
'Zarok û jinan zirareke mezin dîtin'
 
Rihamê bi lêv kir ku zarok û jinan ji ber fermana DAÎŞ'ê gelek zilm dîtine û wiha got:"Xebatên me yên esas li ser jin û zarokan e. Zarok û jinan ji aliyê DAÎŞ'ê ve hem wekî aborî hem jî wekî manewî zirareke mezin dîtine. Bi taybet jî ev zarokên ku bê dê û bav mane em mecbûr in li ser siberoja wan bifikirin. Ji bo zarokên me çi dikeve ser milên me em amade ne ku pêk bînin. Tenê li Şengalê 250 zarok bê dê û bav in. 
Lê em mal bi mal digerin û em dixwazin hemû zarokên ku bi vî awayî ne xwe bigihêjin hemûyan. 
 
'Em ji bo jin û zarokan xebatê dikin'
 
Rihamê da zanîn ku ew ne tenê ji bo zarokan di heman demê de ji bo jinan jî xebatan dikin û wiha pê de çû:"Bi taybet jî li Şengalê zarokên ku bi vî awayî zede ne. Piştî fermanê ev zede bûn û gelek zarok etîm man. Yên di fermanê de bandor bûn jin û zarok bûn. Îro jî weke Tevna Alikariya Jinên Êzidî proje û alikariyên me ji bo pêşerojê li ser zarokên bi vî awayî hene. Ne tenê zarok li ser jinan jî em kar û xebatê didin meşandin. Bi taybet gelê me yê Ewropayê di van milan de gelek alikariya me dike û civaka xwe ya Êzidî tenê nahêle. Em spasiya hemû kesên ku destê alikariyê ji bo jin û zarokên Şengalê dirêj dikin dişînin."