Li dijî hinceta Kod-29 berxwedan berdewam e

  • 09:10 23 Sibat 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve bi hinceta KOD-29 16 karker hatibûn derxistin. Yek ji van karkeran Tîjda Kiliç diyar kir ku heta ew şûnde venegerin kar wê berxwedana xwe bidomînin.”
 
16 karkerên li ÎZENERJÎ A.Ş û ÎZELMAN A.Ş ya şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dixebitîn, bi hinceta Walîtiya Îzmîrê der barê wan de lêpirsîna ewlehiyê daye destpêkirin di 20’ê cotmehê de ji kar hatibûn avêtin. Bi hinceta KOD 29 yanî ‘nêzîkatiya li dijî niyeta baş û ahlaq’, akîta kar a 16 karkeran hat feskirin û karker endamên Sendîka Genel-Îş DÎSK’ê bûn. 16 karkerî li ber avahiya şaredariyê dest bi berxwedanê kiribûn. Ji berxwedêran Tîjda Kiliç diyar kir ku KOD 29 bi taybet jin hedef girtine û daxuyakirin ku heta ku şûnde venegerin ser karên xwe wê berxwedana wan bidome.
 
Em wek her tim dixebitîn
 
Tîjda Kiliç diyar kir ku li Midûriyeta Şaxa Alîkariya Civakî ya Şaredariya Bajar a Îzmîrê dixebitî û di 20’ê cotmehê de bi telefonekê gazî wê kirine û got: “Koda 29 nîşan dan û em ji kar avêtin. Bi armancakirina hedefkirina nêzîkatiyên li hember karsaz em ji kar avêtin. Bi hinceta em li gorî rêbazên ahlaqî tev nagerin em ji karê me kirin.”
 
‘Em kod 29 wek tecrîd bi nav dikin’
 
Tîjdayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku karkerên ji kar hatine avêtin bi giştî salek bû li şaredariyê dixebitîn û sedemeke berbiçav ya ku bûye sedema jikarderxistina wan tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di pêvajoya pandemiyê de ne. Yekane riya jikarderxistinê koda 29 e. Bi vî awayî em derxistin. Ez jî tê de tu hevalek nehat hişyarkirin, ne gotinî ne nivîskî. Em kod 29 wek tecrîd bi nav dikin.”
 
Ji bo partiyên siyasî û hêzên demokratîk bang
 
Tîjdayê bi lêv kir ku heta şûnde neçin ser karê xwe wê berxwedana xwe bidomînin û got niha jî di navbera 11.00 û 14.00’an de çalakiya xwe didomînin û got di pêvajoyên pêş de jî wê li gorî pêşketinan tev bigerin. Tîjdayê bang li hemû partiyên siyasî, hêzên demokratîk kir ku îro ew hatine derxistin lê ev pirsgirêka hevpar hemû jinên cîhanê ye û got wê li dijî vê berxwedana xwe bidomînin.