Li Çelê keda jinê ya 400 salî

  • 09:07 23 Sibat 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, di aşê dîrokî yê 400 sal e bi avê dixebite de hilberîna tahînê tê kirin. Di her asta xebata li aş de keda jinê heye.
 
Li gundê Biyadir yê Çelê ya Colemêrgê, di aşê dîrokî yê ku 400 sale bi avê dixebite, tahîn tê hilberandin. Tahîna ji aş tê hilberandin bi tehm û navdarbûna xwe tê zanîn. Jinên ku di aş de keda wan mezine, di hilberîna tahînê ya ku kedek mezin dixwaze de cih digirin.
 
Yek ji jinên ku di şert û mercên zehmet yê çêkirina tahînê de cih digire Ayten Demîr e. Aytenê got ji Wanê ji bo hilberandina tahînê koç kirine gund û got di her asta xebata aş de keda jinê heye.
 
Çêkirina tahînê zehmet e
 
Aytenê ev pêvajoya zehmet vegot û wiha pê de çû: “Em meha Gulanê dest bi çandinê dikin. Piştî sê mehan şûnde em dest bi komkirina berheman dikin. Em kunciyan dikin çewal. Piştre em tînin aş û dihêrin.”
 
Jin di her astê de cih digirin
 
Aytenê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Em kunciyan rojekê an jî 15 saetan ji bo ji dendikên xwe veqetin di ava bi xwê de dihêlin. Piştî dendik jê derketin şûnde kaşilê wan di bin avê de dimÎne. Em kunciyên derkevin ser avê parzûn dikin û pişte em dişon. Piştî şûştinê em di maşîneyê de dipêjin. Em di firina êzingan de saetekê diqelînin. Piştre em sar dikin û paqij dikin. 
Piştre em dibin aş û dihêrin.”
 
Ev kevneşopî ji bav û kalan maye
 
Aytenê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev mîrate ji mezinên wan maye û got: “Ji kal û bavên me ev maye. Xwezûr û xwesûya min bi salan ev kar kirine. Ev kar beriya wan jî dihat kirin. Gelek kedê dixwaze. Ji du teneke kuncî tenekeyek tahîn dertê. Di her karê zehmet de jin cih digirin. Di her asta vî karî de jî jin cih digirin.”