Jin ji bo ziman, çand û mafên xwe edeletê dixwazin

  • 09:05 23 Sibat 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanyaya ‘ji bo jinan edelet’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê daye destpêkirin û gotin ew ji bo ziman, çand, girtiyan, mafên jinan, zarok, karkeran edeletê dixwazin, li dijî daraza mêr edeletê dixwazin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma ‘ ji bo jinan edelet’ di 10’ê Sibatê de kampanya da destpêkirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku yên herî zêde rastî bê edaletiyê tên jin in û gotin ew bi dirûşma kampanyayê ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin.
 
Meclîsa Jinan ber bi 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir ku qêrîn û serhildana xwe li dijî bê edaletiyê bilind bikin û banga edeletê kirin.
 
Me kampanyaya Meclîsa Jinan ya ‘ji bo jinan edelet’ ji jin û rêxistinên jinan pirsî. Jinan diyar kirin ku wê piştgiriyê bidin kampanyaya Meclîsa Jinan a HDP’ê û balkişandin ser daraza mêr.
 
‘Bila edelet pêk bê’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîtan Onen, balkişand ser girîngiya edelet û hewcedariya wê û wiha got: “Daraza mêr, cezayên wek xelat dide kujerên jinan, tacîzkar û tecawizkarên jin û zarokan. Lê ji bo jinên ku parastina cewherî pêk tînin jî cezayên wek tolgirtinê dibirin. Li şûna cezayên giran bidin mêran, ji rewşa baş ceza dadixin û cesaretê didin mêran. Bila qanûna hejmar 6284 bi bandor pêk bê û edelet bê cih. Jin bi salane li dijî zîhniyeta mêr têdikoşin û ji bo vê bedel dane. Em ji bo parastina hemû maf û destkeftiyan edeletê dixwazin. Em li dijî îşkencê edeletê dixwazin. Em li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan edeletê dixwazin. Em li dijî tecrîdê edeletê dixwazin. Bi kurtasî em li dijî dewleta-mêr edeletê dixwazin.”
 
‘Em ji bo jiyanek azad edeletê dixwazin’
 
Ji Komeleya Jinan a Rosayê Meral Tekîn jî bi lêv kir ku di pergaleke ku zîhniyeta mêr serdeste de, wekhevî jî tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro tevî biryarên durxistin û parastinê tên kuştin. Daraz jî kar û barê xwe nake. Mêr bi edaleta pîroz tê parastin. Bi gotina nefretê jiyana me ji destê me tê girtin. Ji ber em mafên xwe diparêzin em tên darizandin. Em jiyana wekhev, azad û adîlane diparêzin. Em ji bo jiyanek azad edeletê dixwazin.”
 
‘Qedexe nikarin li pêş têkoşîna me bibin asteng’
 
Xizma winda, Aynur Ayşîn jî yek ji kesên ku bi salan e li qadan edeletê diwaze ye. Aynurê got di 1994’an de li gundê Yorulmaz ê Licê leşkeran operasyon pêk aniye, gundê wan şewitandiye û bavê wê Mehmet Can Ayşîn winda kirine.  Aynurê got: “27 sal e em li benda edeleta rastin.Bila aqûbeta windayan bê aşkerakirin.Bila dest ji sûc berdrin. Ez bavê xwe dixwazim. Em rastî binpêkirinên mafan yên mezin hatin. Lê em bawer dikin ku wê rojekê edelet pêk bê. Ez ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînim. Wê qedexe pêşî li me negirin.”
 
‘Ji bo edeletê jiyana xwe danîn holê’
 
Necîme Yaşa jî ku xizma girtiyan e bi lêv kir ku ew ji bo zarokê xwe, hevjîn û girtiyên din edeletê dixwaze û wiha pê de çû: “Li ser vê axê edelet tune ye. Yên li dijî jin û zarokan sûc dikin li derve ne. Lê mirovên edeletê dixwazin girtî ne. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û Leyla Guven hatin girtin û dixwazin têkoşîna jinan bêdeng bikin. Em ji ber vê edeletê dixwazin. Bila her kes ji bo edeletê dengê xwe bilind bike.”
 
‘Em ji bo ziman edeletê dixwazin’
 
Ji Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) mamosteya Kurdî Seyhan Şaşmaz jî wiha got: “Em mamosteyên Kurdî ji bo ziman edeletê dixwazin. Jİ ber kar û barê me perwerde ye. Ji bo her tiştî edelet divê hebe. Em dixwazin zarokên me biçin dibistana Kurdî û perwerdê bi zimanê xwe bigirin.”