ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 23 Sibat 2021
  • Rojev
*Di şert û mercên jiyanê de her daîm tê ser ziman ku mirov dema jin be, zehmet e. Ya ku zehmet dike jî di milekî de baviksalariya ku 24 saten xwe li ser jinê û jiyanê ferz dike û jinê bê maf, bê parastin dihêle ye. Li gel vê yekê barê zarokan ê tenê li ser milê jinê tê hiştin jî mijareke din e. Lê belê rûyê zarokatiyê yê şên ê di jiyanê de her derê dide jiyanê. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hevşaredara Sêrtê ya li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen Işik diyar kir ku qeyûm ji bo gel tu kar û xebat nekiriye, gel jê ne razî ye û piştî ku hatiye ser kar daîreya şêwirmendiya jinê jî girtî ye. DÎMEN HEYE
 
*Platforma bi navê “Dostên min ên biçûk” ji ajalên derve re xwarinê belav dikin. Platforma ku bi 3 kesan dest bi kar kiriye nêzî 50 kesî ne û ji bo xwarina ajalan li benda piştgiriyê ne. BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanyaya ‘ji bo jinan edelet’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê daye destpêkirin û gotin ew ji bo ziman, çand, girtiyan, mafên jinan, zarok, karkeran edeletê dixwazin, li dijî daraza mêr edeletê dixwazin. DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, di aşê dîrokî yê 400 sal e bi avê dixebite de hilberîna tahînê tê kirin. Di her asta xebata li 
aş de keda jinê heye. DÎMEN HEYE
 
*Sererastkirina ‘Nirxandina Rewşa baş a Girtiyan’ ku di 1’ê Çile de ket meriyetê û pêşî li tahliyeya gelek girtiyan girt. Ji parêzerên OHD’ê Elîf Taş diyar kir ku di sererastkirinê de rayeyên dane Lijneya Çavdêrî û Îdareyê şênber nekirine û got: “Li gorî kê, li gorî çi, rewşeke zelal tune ye. Ligel vê tiştekî jê re dibêjine pergala puanê derxistine. Tevlîbûna bernameyên civakî, nêzîkatiya li hmber memurê înfazê wek pergala puan tê diyarkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve bi hinceta KOD-29 16 karker hatibûn derxistin. Yek ji van karkeran Tîjda Kiliç diyar kir ku heta ew şûnde venegerin kar wê berxwedana xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE