MED-DER: Ne rojekê her roj em ê ji bo zimanê xwe bixebitin

  • 15:55 22 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, MED-DER daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ne rojek her roj zimanê me di bin êrîşan de ye. Em jî dibêjin ne rojekê her roj em ê ji bo zimanê xwe bixebitin.”
 
Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, Komelaya Lêkolîna Çand û Zimanan a Mezopotamyayê (MED - DER) li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî bi du zaraveyên kurdî yên bi kurmancî û kirmanckî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama MED-DER’ê Şîlan Altinmakas ve hate xwendin.
 
Şîlanê diyar kir ku îro li hemberê kurdan sûcê mirovahiyê tê kirin û wiha got: “Di peymanên navneteweyî de perwerdehiya zimanê zikmakî weke mafê mirovan ê bingehîn hatiye destnîşan kirin. Lê mafê zarokên kurd ê perwerdehiya zimanê zikmakî tune ye. Dewletê  ev mafê me xesp kiriye. Bi ser de jî kreş, pêşdibistan û dibistanên taybet yên bi zimanê kurdî ders didan, girtin. Di heman demê de rojname,kovar, tv, radyoyên ku bi zimanê gel weşan dikin, girtin. Navê vê pişaftin e, navê vê qirkirina ziman e, navê vê sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
 
‘Ne rojek her roj em ê ji bo zimanê xwe bixebitin’
 
Şîlanê di berdewamiya axaftina xwe ev tişt got: “Em jî baş dizanin, dewlet jî baş dizane; hebûna kurdan, pêşeroja kurdan, yekitiya kurdan zimanê wan e. Dewlet ji bo ku hebûna me, pêşeroja me, yekitiya me tune bike, êrîşî zimanê me dike. Em jî wek saziyên zimên diyar dikin ku em ê hemû hêza xwe li hember van êrîşan bi kar bînin, dest ji mafên xwe ber nedin.Daxwaza me kurdî ye, hebûna me kurdî ye, yekitiya me kurdî ye, pêşeroja me bi ya kurdî ve girêdayî ye. Êdî dema gazincan nîn e, dem dema bi rihê seferberiyê meşandina xebatên ziman û çandê ye. Zimanê kurdî bi xetereyeke mezin re rûbirû ye. Em nikarin bi gazincan zimanê xwe ji vê xetereyê rizgar bikin. Ji ber van sedeman em weke roja destpêkê ya bilindkirina asta xebatên li vê rojê dinêrin. Ne rojekê her roj zimanê me di bin êrîşan de ye. Em jî dibêjin ne rojekê her roj em ê ji bo zimanê xwe bixebitin.”