Li Cizîrê perwerdehiya zimanê kurdî hat dayîn

  • 15:17 22 Sibat 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de bernameya perwerdehiya ziman li dar xist. Di bernameyê de Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku zimanê kurdî tê asîmilekirin û got: “Divê her malekê em bikin dibistan û em rê nedin polîtîkayên pişaftinê."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê  di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên navend û navçeyanan ên rêxisitna HDP'ê û mamosteyên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li avahiya HDP'ê ya navçeyê perwerdehiya zimanê Kurdî dan. Di bernameya ziman de pankarta" Dar li ser Koka xwe, Mirov li ser Zimanê xwe Şîn Dibe" hat vekirin. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
‘Ev şerma herî mezin e’
 
Piştre parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nurna, bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhan û got ku li dijî qirkirina ziman  têkoşîneke hevpar pêkane. Nuran, wiha domand: “21'ê sibatê li hemberî îmhakirin, tunekirin û tunehesibandinê roja têkoşînê ye. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Lê dema ku em li Tirkiyeyeyê dinêrin li hemû sazî û dezgehên perwerdehiyê perwerdehiya bi yek ziman tê dayîn. Ev şerma herî mezin e. Ez bi xwe bêjim ez hatime vî emrê xwe heta niha ji xeynî tirkî  em zimaneke din hîn nebûne. Lê tevî hemû polîtîkayên pişavtinê me têkoşîn da û bi saya dayîkên me, zimanê me û  hebûna me heta roja me ya îro hatiye."
 
‘Divê em rê nedin polîtîkayên tunekirinê’
 
Nuranê, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li her qadan zimanê dayîkê bê axaftin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê bi mîlyonan Kurd dijîn, lê ji zimanê xwe bêpar in.Yek zarokek Kurd perwerdehiya bi ziman neditiye. Lê li dijî her êrîşekê û polîtîkayeke pişavtinê malbatên me bi zarokên xwe re Kurdî axivîne.  Em soz didin em ê di her şert û mercî de  bibîn şagirtên zimanê xwe û zimanê xwe biparêzin. Divê her malekê em bikin dibistanên ziman û em rê nedin polîtîkayên tunekirinê."