Kampanyaya imzeyê ya ji bo perwerdehiya zimanê kurdî destpê kir

  • 14:24 22 Sibat 2021
  • Rojane
AMED - Komîsyona 21'ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê civîna çapemeniyê li dar xistin û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Di daxuyaniyê de girîngiya ziman hate destnîşankirin. 
 
Komîsyona 21'ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li Demîr Otelê civîna çapemeniyê li dar xistin û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên HDP'ê Remziye Tosun, Ebru Gunay,  Dêrsim Dag, Meral Daniş Bektaş, Tayîp Temel, Îmam Taşçier, Pero Dundar û Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Bakurê, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd û û gelek rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî" bi zaravayên kurmancî û dimilî hate daliqandin. Her wiha maskeyên bi kurdî ji kesên ku beşdarî bûn re hatin belavkirin. Dovîzên wekî " Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn e"  bi paceyan ve hate kirin. 
 
Di destpêkê de Zuhal Tekîner ku di rêveberiya Tora Ziman û Çanda kurdî de cih digire axivî û girîngiya Roja 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê anî zimên. Di heman demê de gelek nûnerên partiyên sîyasî li ser vê kampanyayê axivîn û qala girîngiya zimanê zikmakî kirin.
 
‘Zimanê me, çand û jiyana me ye’
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku divê zimanê kurdî di her qadên jiyanê de bibe zimanê fermî û got: "Zimanê kurdî ku zimanê mîlyonan kurd e îro bi cûrbicûr êrîşan tê qedexekirin. Ev kampanya ji bo pêşeroj û nifşên nû xebatek sereke û bingehîn e. Her wiha ji bo nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdî jî xwedî rolekê girîng e.  Li Tirkiyê nêzî 25 mîlyon kurd henin lê ew 25 mîlyon kurd zimanê wan qedexe ye. Zimanê me, çand û jiyana me ye. Zimanê kurdî xwedî gelek dewlemendiya zaraveyan e. Ne tenê kurmancî divê li hemû zaraveyên kurdî bêne jiyandin. Bi saya vê kampanyayê dê zimanê bibe zimanê fermî. Ji ber ku heke zimanê me tune be çand û hebûna me jî tune ye. Heta ku ev xebat encamê bide dê xebatên li ser zimanê berdewam bike.”  
 
‘Devrûkên bi nivîsên kurdî hatin belavkirin’
 
Piştî civînê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl heta semta Balikçilarbaşi ya li Sûrê meşiyan. Li ser rêya meşê welatiyan bi çepikan û lîlandinê şande pêşwazî kirin. Nûneran roja ziman li welatî û esnafan pîroz kirin û devrûkên bi kurdî nivîs li ser wan belav kirin. Her wiha girseyeyê dirûşmên “ Zimanê kurdî rûmeta me ye”, “ zimanê me hebûna me ye” berz kirin. Nûner pişt re jî hatin ber Mizgefta Mezin, daxuyaniyek kurt dan û meşa xwe bi dawî kirin.