Çalakiya xelkê Şengalê didome

  • 12:56 22 Sibat 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 83’ yan berdewam dike. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.
 
Welatiyên Şengalê di çarçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
 
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 83’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
 
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
 
Endamê Meclîsa Xanesorê Hecî Îdo da zanîn ku heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bersivek ji bo wan nehatiye dayîn û got; “Asayişa Êzidxanê, YBŞ’ û YJŞ’ hemû zarokên Êzidiyan ne. Em ê ji bo îrade û xweseriya xwe heta dawiyê li berxwe bidin.”
 
Hecî bal kişand ser êriş û gefên dewleta tirk ên li ser Şengalê jî got:”Dewleta tirk a faşîst, dixwaze bi xeyalên dê û bapîrên xwe carek din bi navê Îslamê Êzidiyan qir bike. Lê belê bila Erdogan baş bizane em ê heta dawiyê li hemberî êrişên wî bêdeng nemînin û em ê li berxwe bidin.”