'Divê ji nû ve komkujiya Parîsê bê lêpirsînkirin'

  • 09:59 22 Sibat 2021
  • Rojane
ENQERE - Serokê Daîreya Îxbarata berê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn komkujiya Parîsê îtîraf kiribû. Ayşe Acar Başaran ya HDP’î mijar nirxand û got: "Divê ev îtîraf wek delîl bê qebûlkirin û divê ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin. Me di meclîsê de ev ji nû ve pirsî û em dibêjin ku bila li Tirkiyeyê jî pêvajoyek bê destpêkirin."Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî da zanîn ku di komkujiyê de Fransayê gelê kurd bi tenê hişt. 
 
Di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê sê siyasetmedarên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê endamê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Omer Guney yê berpirsê komkujiyê dihat dîtin li girtîgehê mirî hat dîtin.
 
Komkujî îtîraf kiribû
 
Serokê Daîreya Îxbarata berê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameyeke televîzyonê de îtîraf kiribû ku komkujiya Parîsê pêk anîne.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Ayşeyê da zanîn ku kesê têkiliya wî bi komkujiyê hebû girêdayî MÎT’ê bû û got: “Ev dane cara yekem dernakevin holê. Ev dikare îtîrafeke aşkera bê nirxandin. Omer Guney girêdayê MÎT’ê bû. Daxuyaniyên dawî jî ji xwe her tiştî piştrast dike.”
 
‘Ser bûyerê girtin’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku hem malbata her sê jinan û hem jî jinan heta niha gelek pirs pirsîne û got: “Lêpirsîn demekê li Parîsê dihat meşandin. Omer Guney wê demê hat girtin û piştre li girtîgehê mir. Ser bûyerê hat girtin. Lê ev îtîrafa dawî carek din nîşan da ku her tişt çiqas rast e. Divê ev îtîraf wek delîl bê qebûlkirin. Divê ji nû ve bê lêkolînkirin. Dikare ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin.Ev pêvajo divê ji nû ve bê destpêkirin di alî hiqûqî de pêvajoyeke ku hewcedarî pê heye.”
 
'Fransayê gelê kurd bi tenê hişt'
 
Feleknas Ûca bi bîr xist ku ji ber komkujiya Parîsê 9 sal derbas bûn lê belê ev komkujî nehat ronîkirin û wiha got:"Qeydên deng ên ku Omer Guney hatiye Tirkiyeyê û bi mîtê re xebitiye heye. Di wê demê de çiqas para MÎT a tirk di vê komkujiyê de hebû? Me ev pirs gelek carî anî ziman. Lê belê Fransayê gelê kurd bi tenê hişt. Neçû ser heqîqetê."
 
'Îsmaîl Hakki Pekin dibêje komkujiyên bi vî rengî dê zêde bibin'
 
Feleknasê da zanîn ku Îsmaîl Hakki Pekin ji van îtirafkaran yek e û di axaftinên xwe de tîne ziman ku ev komkujîna dê zêde bibin û wiha domand:"Li Ewropayê îstixbarata tirk kurdan fîş dikin. Ev jî gelek welatiyên me dikin hedef. Wiha jî ten binçavkirin. Piştî 9 salan şûnde Îsmaîl Hakki Pekin ev komkujî îtiraf kir û got  komkujiyên bi vî rengî dê zêde bibin."
 
'Divê mijar dîsa bê nirxandin'
 
Feleknasê bi lêv kir ku pêşniyaznameyên ku pêşkêşî meclîsê kirine bê bersiv mane û wiha domand:"Tenê du roj berê Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay bersiv da û got muxatab Wezareta Dadê ye. Divê piştî îtirafa Îsmaîl Hakki Pekin Firansa vê mijarê ji nû de bigire dest. Ji vê saetê şûnde hemû welatiyên ewropayê berpirsên vê komkujîyê ne. Heger li Ewropayê li ser kurdan komkujî pêk bê ev ê bi destên MÎT'ê pêk bê."
 
'Heger neyê ronîkirin dê dewama komkujiyan bê'
 
Feleknasê da zanîn ku îtirafkirina komkujiyê ya 9 sal şûnde ne tesaduf e û wiha bi dawî kir:"Ji xeynî vê îtirafê ew ê îtirafên bi çi rengî bê ez meraq dikim. Em dibînin ku Firansa îstixbarata MÎT'ê diparêze. Heger li Ewropayê komkujî bi ser kurdan de bê wê demê ewropa berpirsê vê yekê ye. Dema ev komkujî ronî bibe wê demê ew ê para Tirkiyeyê jî eşkere bibe loma Firansa çavên xwe digire."