Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de ye
- 09:09 22 Sibat 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja 88'emîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 18'emîn di roja 88'emîn de de didome.
Gelek kesên ji aliyên cuda ji bo daxwazên girtiyan bînin cih banga xwe didomînin.