ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 22 Sibat 2021
  • Rojev
 
*Nexweş û xizmên nexweşan diyar kirin ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ji ber dermankirin bi pere tê kirin, bêyî bên dermankirin vedigerin. DÎMEN HEYE
 
* Burcugul Çubuk ya ku di deklerasyona Hêzên Têkoşîna Yekbûyî de hat binçavkirin û piştre rastî hepsa malê hat wiha got: “Em hêzên ku îro ji bo desthilatdariya faşîst têk bibe ne. Şerê bi qesrê re ye.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Çelê ya HDP’ê Lahîce Yaşli der barê greva birçîbûnê ya ku girtiyan daye destpêkirin de axivî û da zanîn ku ger ku tecrîd ranebe wê mirin çêbibin û wiha pê de çû: “Armanca hevalên girtî tenê aştiyeke mayînde ye.” DÎMEN HEYE
 
*Serokê Daîreya Îxbarata berê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn komkujiya Parîsê îtîraf kiribû. Ayşe Acar Başaran ya HDP’î mijar nirxand û got: "Divê ev îtîraf wek delîl bê qebûlkirin û divê ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin. Me di meclîsê de ev ji nû ve pirsî û em dibêjin ku bila li Tirkiyeyê jî pêvajoyek bê destpêkirin."
 
* Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li avahiya navçeya Cizîrê wê dest bi perwerdeya ziman bike.(13.00)
 
*MED-DER dê bi minasebeta 21'ê Sîbatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (14:30)