Zarok û Mamosteyên Heleb û Şehbayê roja ziman pîroz kirin

  • 17:31 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
HELEB/ŞEHBA - Zarok û xwendekarên Heleb û Şehbayê bi meş û daxuyaniyan 21'ê SIbatê Roja Zimanê Dayiê ya Cîhanê pîroz kirin.
 
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li seranserî cîhanê tê pîrozkirin. Mamoste û Xwendekarên bajarê Heleb û Şehbayê jî ev  rojê bi daxuyanî û meşê pîroz kirin.
 
Xwendekarên Helebê ji bo ziman meşiyan
 
Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi pêşentiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya bajarê Helebê meşek girseyî bi dirûşma "Parastina ziman misogeriya pêşerojeke azad e" bi tevlîbûna bi hezaran xwendekarên Helebê li dar xistin. Meş ji pêşiya Dibistana Alan Mihemed a dikeve taxa Şêx Meqsûd hat destpêkirin û heta hola şehîdan dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan , alên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) û pankertên bi nivîsa "Parastina zimanê dayîkê parastina civakê ye", "Zimanê me hebûna me ye" û "ziman bîngeha civakê ye" hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rojîn Qelender roja ziman li tevahî xwendekaran pîroz kir û got: "Îro roja zimanê dayikê ye û ev roj tê wateya aşitiyê. Ji bo wê em vê rojê li tevahî netewan pîroz dikin. Pêwiste em weke Gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, ji ber dijminê me di hemû êrîşan de çand û zimanê me armanc digire. Yê ku hişt em hatin vê rojê xwîna bi hezaran şehîdan e, ji bo wê divê em destkeftiyên xwe biparêzin."
 
Xwendekara bi navê Lîna Mihemed jî roja zimanê dayikê pîroz kir û wiha pê de çû: "Ziman ji bo tevahî netewan pir girînge, ji ber her netewek bi zimanê xwe tê nasîn. Em wek xwendekar em ê bi çanda dayika xwe mezin bibin û zimanê xwe hîn bibin. Tişta ku ji me tê xwestin ew e ku em zimanê xwe biparêzin." 
 
Meş bi dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Mamosteyên Efrînê bi daxuyaniyekê roja ziman pîroz kirin
 
Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya cîhanê, Desteya Perwerdehiyê ya herêma Efrînê bi beşdarbûna Endamên Desteyê li parka navçeya Ehrezê ya li Şehbayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Bi hizir û pênûsa xwe em ê pêşeroja xwe ronî bikin" û "Bê zimanê dayikê mirov nabe xwedî maf" hat hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Perwerdehiyê ya herêma Efrînê Zeyneb Abdo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ziman di jiyana mirovan de pir girîng e, ji ber ku navgîna têgihêştina civakê û amûra perwerdekirina yekemîn e. Lê bi hatina cîhêwaziyê re gelek ziman bi awayek komî hatin tunekirin. 21'ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanî ye, di her salê de ev roj li tevahî welatan tê pîrozkirin. Lê heta niha jî gelên ku di bin şert û mercên dagirkeriyê de mane hene, ziman û çanda wan tê çewisandin û ji wan gelan yek jê jî Gelê Kurd e. Zimanê me Tirkiyê, Îran, Irak û Sûriyê perçe kirine û mafê me yê perwerdeya zimanê kurdî qedexe kirine. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Gelê Kurd destkeftî û zimanê xwe parast û xwedî li nirxên xwe yên civakî û çandî derket.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana ziman" bi dawî bû.