Polîs li kolanê tundî li zarokekî kir

  • 16:06 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Li taxa Belde ya Êlihê di saetên êvarê de polîsên bi cilên fermî, zarokek navê wî nehat zanîn avêtine erdê û tundiyê lê dikin û hewl dan wî binçav bikin. 
 
Ji roja li Tirkiyê pandemî hatiye ragihandin heta niha her roj li kuçe û kolanan tundî û îşkenceya li welatiyan tê kirin zêdetir bû. Dîmenê tundiyê dîsa ji Êlihê derketin holê. Duh di saetên êvarê de li taxa Belde ya Êlihê zarokek temenê wî derdora 15-16 salî ku navê wî nehat zanîn bi hinceta ku di qedexeya derketina derve de li kuçeyê bûye polîsan tundî lê kir.
 
Di dîmenek ku ji aliyê welatiyek ve bi telefonê hatiye kişandin, di saetên êvarê de du polîsên bi cilên fermî li naverasta kuçeyê tundiyê li zarok dikin. Herdu polîs zarok diavêjin erdê û pê lê dikin.  Zarok her dixwaze xwe ji destê wan rizgar bike lê polîs nahêlin û dixwazin destên wî ji paş ve kelemçe bikin.
 
Zarokê di nava lepê polîsan de dibêje "min berdin" lê li gel vê yekê jî polîs tundiyê lê dikin û hewl didin wî binçav bikin. Welatiyê dîmen girtiye jî bang li rayedaran dike ku vê tundiyê bibînin. 
 
Derbarê aqûbeta zarok de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
  
Beriya niha jî li Êlihê, Cizîrê, Amedê, Nisêbînê û bajarên rojavayê Tirkiyê polîs û notirvanan bi hincet qedexeya derketina derve tundî û îşkence li zarokan û welatiyan kiribûn.