Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê hêjayî xelatê hat dîtin

  • 15:00 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Encamên 9’emîn “Xelatên Piştevanî, Huner û Çapemeniyê yên Malên Gel” ên îsal hatin eşkerekirin. Ajansa MA'yê jî hêjayî xelatê hat dîtin. 
 
Malên Gel (Halkevleri) di çarçoveya damezrandina xwe ya 89’emîn de îsal jî 9’emîn “Xelatên Piştevanî, Huner û Çapemeniyê yên Malên Gel” li dar xist. Yên ku hêjayî xelatê hatin dîtin diyar bûn. Temaya xelatên îsal “Berxwedêrên di pandemiyê de” hatibûN destnîşankirin. Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) jî hêjayî xelatê hat dîtin. 
 
Xelat wê ji ber pandemiyê saet di 20.00’an de li ser kanala YouTube û rûpela Facebookê yên Malên Gel bidin xwediyên wan. Her wiha wê di merasîma xelatdayînê de konser jî bê dayîn. 
 
Yên ku îsal xelat wergirtine ev in: “Eylem Nazlier, Çağhan Kızıl, Nazlı Yerebatmaz, Erinç Sağkan, Demet Aran, Tamer Arda Erşin, Vecih Cüzdan, Murat Bay, Burcu Karakaş, Gün Gündüz, Özge Erdoğan, Pelin Buzluk, Reyhan Karadeli, Nazan Karacabay, İlkay Akkaya, Aslı Alpar, Mezopatamya Ajansı, ISIG Meclisi, Cargilş işçileri, Gülistan Doku Nerede Komisyonu, TTB, Boğaziçi Dayanışması, Solfasol TV û Rojnameya Birgün ê.”