Xwendevanên Mexmurê: Ziman hebûne lê xwedî derkevin

  • 14:19 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMUR - Li Wargeha Penaberan Mexmurê xwendevanan bi wesîleya roja zimane dayîkê li dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn kom bun û daxuyaniyek dan. Xwendevanan di daxuyaniya xwe de gotin ‘’Zimanê mirov beden û hebûna mirov e divê em lê xwedî derkevin.’’
 
Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) tevahî xwendevanan bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn kom bun û daxuyaniyek dan. Daxuyaniya ji aliyê xwendekara Rojda Talî ve hat xwendin bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin û banga xwedîderketina li ziman hat kirin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
‘’Zimanê mirov bedena mirov e, divê em li bedena xwe xwedî derkevîn û bedew bikîn. Lewra tu netew nikarin bê ziman nikarin werin hizirandin, ziman çewa ku bi çalakiya mirov ya afrêner ve girêdayiye her wisa bingehê diyarkirina hebûna mirove jî. Dema zimanê mirov ji destê mirov tê sitandin ev dikeve rewş û astekr ku ji lawirekî kêmtir û paşvetir. Lewra bi lawiran re  gelek pêhesên xwezeyî ku di mirovan re tune ne peyda dibin, lawir bi wan pêhesan jiyana xwe berdewam dikin. lê pêhesên wisa xwezeyî bi mirovan re tune ne. Mirov wan kêmasiyên xwe yên xwezeyî bi ziman tekuz dikin. ji ber vê sedemê ziman hêmana temamker ya mirov e, ev temamker jî çalakiyên ku bi afrêneriya ziman derdikevin holê ne. Ji ber vê çendê perwerdeya zimanê dayîkê beriya her tiştî ji mirovan re pêwîst e. 
 
Ziman endamekî herî bingihîn ê çanda gelan e
 
Di pêşveçûn û jiyana kesayeta mirovan de cihekî pir giring ê hindekariya zimanê dayîkê heye. Kesên ku di asta ziman de têr peywendiyên hîn bi tendirust ava dikin û di jiyanê de bêhtir serkeftî ne. Ziman endamekî herî bingihîn ê çanda gelan e. Gelên ku giringiyê nade ziman û nûbûnê di ziman de çêneke, perwerdeya xwe bi zimanê biyanî dibîne nikarin remanekê afrêner derbixin holê. Perwerdeya bi zimanê biyanî rêya herî bi bandor ya bişaftina gelan e. Lewra heta niha di nava kurdan de perwerde û hindekarî bi zamanê dayîkê bi awayekî rast û sazûmankirî pêşneketi ye. Hindekariya ziman mejî û her wiha remaneke guherînê û bi şêwe dike.  Bingehê armanca perwerdeya ziman pêşxistina hûnerê ragihandin û zimanê zarok û mirovan e. Ji ber vê sedemê di sazûmaniya perwerdeya hemû welatan de, di serî de divê giringiyek mezin bê dayîn ji bo zimanê dayîkê. Kesên ku di qûnaxa pêşketinê de ne, bi awayek pir baş hewil didin ku xwe fêrî ziman bikin. Ji ber ku ziman endamek herî bingihîn ê çandê û sazumaniyek herî bi hêz e ku mirovan nêzî hev dike.
 
Zimanê Kurdî, zimanê herî kevne
 
Zimanê Kurdî, weke şaneya koka mezopotamya yek ji zimanê herî kevne. Ji ber ku hema bêje hemû nirxên mirovahiyê li ser van xakan hatine avakirin û pêve girêdayî zimanê kurdî jî di têgînkirina van nirxande gelek pêşketî ye. Her serdemeke dîrokê dagirkeran xwestine Zimanê Kurdî ji holê rakin lê bi ser neketin. Weke zimanê civakek xwezeyî û bi xwezayê ve girêdayî Zimanê Kurdî jî gelek herikbar e. Gelê kurd heTa niha bi riya çand, huner û zimanê xwe yê dewlemend kariye nasnameya xwe bigihîne roja îro. Di dîrokê de çand û hûnera kurd herî zêde bi devokî derbasî nifşên din bûye. Lê bi qirkirina çandî û pêşketina amûrên teknîkê êdî ev çand û hûner di bin xeteriyeke mezin de ye. Sirgûna 3 milyon kurdan eger ne nijad kujiyeke, lê çi ye? Bi dehan mîrateyên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane çanda me ne ku di bin avê de hiştin. Ger ez nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî baxivim, ger dê zarokên min nikaribin fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ev qirkirina çandî ji ya fizîkî xiraptir e.
 
Bê ziman jiyan nabe
 
Her çiqas rêxistina perwerde zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bi salane vê metirsiyê dibîne, lê li beramberî Zimanê Kurdî yê ji 40 milyon zêdetir kurd tenê peyamekê jî nade. Ji ber qeyranên desthilatdarî û sermayedariyê nivê zêdetir zimanên civakan di metirsiya tinebûnê de ne. Ji ber vê çendê civaka giştî ya  UNESCO'yê ji bo parastina zimanê dayîkê di sala 1999’an de roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pejirandiye. Cara yekem di sala 2000’î de hat pîrozkirin û ji wê rojê ve tê pîrozkirin. Em weke xwendekar û mamosteyên wargeha Mexmurê vê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz dibînin û pîroz dikîn. Her wiha bangı raya giştî dikîn ku metirsiya li ser Zimanê Kurdî bibînin. Bangî raya gelê kurd dikîn metirsiya li ser zimanê xwe bibînin û lê xwedî derkevin. Zimanê me hebûna meye, zimanê me nasnameya meye, bê ziman jiyan nabe, ziman mergê mirove.’’