'Kesên kurd divê bi kurdî biaxivin, bila kes xwe nexapîne'

  • 12:49 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Ji înîsiyatîfa Mamusteyên Zimanê Kurdî Îklîm Oral têkildarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê nirxandin kir û got: “Wateya rojê ji me re gelek mezin e. Em di sedsala 21’ê de ne û hîna zimanê me qedexe ye. Li dijî van qedexeyan divê kurd û bi taybet jî siyasetmendarên kurd gavê bajin. Kesên kurd bila krudî biaxivin û xwe naexapînin.”
 
Di 21’ê Sibata 1952’an de li Pakistanê, xwendekarên zanîngehê yên hewl didin zimanê Bengalî bidin jiyîin çalekî pêk anîn û di çalekiyan de gelek xwendekar hatin qetilkirin. Li dijî ferasetên ku pirzimanî û çandî qebûl nedikirin di 1999’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdê (UNESCO) 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê îlan kirin.
 
Li Tirkiyê bi qasî 39 zimanan hene û bi taybet jî gelheya kesên bi kurdî diaxivin zêdeyî 20 milyonan e. Lê li gorî qanûna bingehîn ya xala 42’an ya Tirkiyê zimanê fermî tenê Tirkî ye û ji dervey wê hemû ziman qedexe ne. Ji ber van qanûn hişk yên dewletan heta niha ji sedî 40 zimanan ber bi tinebûnê ve çûne.
 
Ji însîyatîfa Mamusteyên Zimanê Kurdî  Îklîm  Oral têkildarê roja zimanê zikmakîiya cîhanê bi ajansa me re axivî.
 
‘Hîna  zimanê me zimanek qedexe ye’
 
Îklîmê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya rojê û wiha got: “Ev roj ji bo hemû cîhanê rojek pir girîng e. Di tevahiya cîhanê de bi sedan û hezaran ziman tunebûn, yan jî ber bi tunebûnê ve diçin. Ji ber vê yekê bi armanca xwedîderketina li zimananê xwe û teşfîqkirina pir zimanan 21'ê Sibatê Roja Zimanên a Cîhanê hate îlan kir. Bi taybet jî ji me kurdan re nirxê vê rojê pire  ji ber ku zimanê me jî zimanekî hatiye qedexekirin e. Hîna em bi zimanê xwe nikarin perwerdeyê bibînin, yan jî di jiyana rojane de jî nikarin bi kar bînin. Em di sedsala 21’ê de dijîn lê hîna ziman tên qedexekirin û êrîşî wan tê kirin.  Divê em di vê rojê de têkoşîna xwe ya li dijî êrişên li ser ziman gur bikin. Ger zimanê me tune bibe em ê jî tune bibin. Ziman nasname û hebûna civakê ye.”
 
‘Çi dibe bila bibe pêwîste em zimanê xwe biparêzin’
 
Îklîmê di berdewamiya axaftina xwe êrişên li ser zimanê kurdî nirxand û got: “Li her deverê cîhanê di aliyê pir zimanî de pêşketin çêdibin, derfet tên dayîn ji her gelî re. Lê li Tirkiyê hertişt bi rengekî ye. Ji dervey Tirkî hemû ziman qedexe ne. Rast e di pêvajoya aşitiyê de ji bo perwerdeya ziman defetên çêbûn. Polên ziman hatin vekirin û bi hezaran xwendekar hatin perwerdekirin. Lê mixabin bi xirabûna pêvajoya aşitiyê re jî rewş hate guhertin. Derfetên ku hatine dayîn kete asta herî jêr. Wê demê pileya mamustetiya zimanê kurdî 400 bû lê niha ketiye 250’yî.  Her sal tenê mamosteyek tê tayînkirin. Jimara xwendevanên beşa kurdî jî bi heman rengî ketiye asta herî jêr. Bandor li hev dike. Li aliyekî jî bi sedan komeleyên ziman û çandê ji hatin girtin. Çiqas êriş li dijî ziman hatibe kirin jî em di vê kêliyê de malbatan jî rexne dikin, divê têkoşîna wan jî mezin be. Divê her kurdek beşa zimanê kurdî hilbijêre, lê mixabin. Çi bibe bila bibe pêwîste em zimanê xwe biparêzin.”
 
‘Zimanê me di metirsiya tunebûnê de ye’
 
Îklîmê bandorên êrişên li ser ziman tên kirin jî bi bîr xist û wiha diyar kir: “Bê guman ji ber ku em bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin, ji ber ku zimanê aborî û zimanê kolanan buye Tirkî zimanê me jî di metirsiyê de ye. Her ku diçe rêjeya kesên bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin kêm dibe. Di vê kêliyê de barekî mezin dikeve ser milên malbatan. Em naxwazin bêjin ev bar li ser milê jinê tenê ye. Ji ber ku encax em di her qadê de zimanê xwe bikarbînin emê bikaribin pêşbixin. Her ku em jê dur dikevin êriş jî bi ser dikevin.”
 
‘Ji rewşê herî zêde siyasetmendar berpirsyarin’
 
Îklîmê ji bo metirsiya li ser ziman rexne li siyasetmendarên kurd kir û got: “Em îro çiqas dibêjin dayik, zarok û ciwan pêwîste hînê ziman bibin jî ya herî girîng perwerdeya zimanê kurdî ye. Divê em hemû di vî aliyî de hewil bidin. Li gorî min rexneya herî mezin ji siyasetmendarên kurd re ye. Divê hewildanên wan ji bo ziman hîn zêdetir bin. Lewra zimanê me yê siyastê jî ne bi kurdî ye lê em daxwaza nasnameya xwe dikin îro. Ya din jî divê em li dîmenan temaşe bikin, heta niha me çikir û me çi bi dest xist. Destkeftiyên me hene ez cardin diyar dikim, lê kêmin. Pêwîste zimanê siyasete bibe bi kurdî û ji bo ziman ji çalekiyên mezin werin li darxistin. Em di van rojan de tenê daxuyaniyekê bidin nabe û wê ne nêzîkatiyek germ jî be.”
 
‘Rexmê hertiştê zimanê me tune nabe’
 
Îklîm got êriş û polîtîkayên asîmlayonê her ku diçe zêde dibin û wiha berdewam kir: “Rexmê van êrişan bifikirin zimanê me zimanek qedexe û ne yê perwerde yê ye jî. Lê tucarî tune nebûye. Ji ber ku zimanê me zimanek xwedî bingehe. Ango ziman xwe bi çand û hunerê têr dike ye. Kurd jî di vî aliyî de gelekî afrînerin û ew ji dibe sedem ku ziman hertim xwe nû bike û zindî bimîne. Folklor û dengbêjî  lingê herî bingehîn yê vê ne. Dibe sedema ku ziman pêş bike ve jî. Ji ber vê sedemê çi bibe bila bibe zimanê kurdî û deveokên wê wenda nabin. Heta kurmancek, zazayek, soranek hebe wê ev ziman jî bijî.”
 
‘Kesên kurd divê bi kurdî biaxivin’
 
Îklîmê herî dawî ev bang kir: “Ji bo nasnameya xwe her kes bila ji aliyê xwe ve têbikoş e. Ziman tune be em ji tune ne. Ger em kurdin divê em bi kurdî biaxivin. Zimanê me çibe netewa me ji ewe , divê em xwe ne xapînin. Herwiha ez cardin israra xwe ya di aliyê perwerdeyê de tînim ziman. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê em têbikoşin. Divê mamosteyên kurdî êdî xeyalên xwe pêkbînin. Bi kurdî waneyan bidin zarokan.”