Bêyî Dayika Berfo 8 sal...

  • 10:28 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayê Berfo ya ku ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir ê ku di bin çavan de hat windakirin 33 salan têkoşîn da wekî îro jiyana xwe ji dest daye.  Ji bo dayê berfo ya ku cara dawîn hat Qada Galatasarayê, Dayikên Şemiyê jiêre soz dabûn ku wê hestiyên Cemîl bibînin... 
 
Dîroka darbeyan a Tirkiyeyê di heman demê de dîroka binpêkirinên mafa ye û di heman demê de dîroka têkoşîna li dijî binpêkirinên mafa ye jî... Rûyên nas yên vê têkoşînê jî Dayikên Şemiyê, xizmên windaya ne. Dayê Berfo jî sembola vê têkoşînê bû.  Dayê Berfo ji bo ku hestiyên kurê xwe Cemîl Kirbayir bibîne heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe berdewam kir, lê di vê têkoşîna wê de kesên ku jê re soza "edaletê" dabûn soza xwe ji bîr kirin...
 
Daykek Şemiyê...
 
Berfo Kirbayir (Dayê Berfo) bi têkoşîna xwe ya ji bo dîtina kurê xwe yê piştî Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin tê nasîn. Dayika Berfo di sala 1907'an de li navçeya Gole ya Erdexanê hatiye dinê û yek ji Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasaryê bi çalakiya li dar dixistin li hestiyên zarokên xwe digeriyan bû.
 
Dayê Berfo, bi xizmên windayan re di 6'ê Sibata 2011'an de, bi Serokwezîrê demê Tyyîp Erdogan re li Dolmabahçeyê hevdîtin kirbû.  Tayip Erdogan gotibû ku hikûmet di mijara bûyerên kiriyarên wan ne diyar de bi biryar e û îda kiribû ku ji bo kiryarên Cemîl Kirbayir bên dîtin jî ew ê hewl bide. Lê ev soza hat dayîn di demeke kurt hat jibîrkirin. 
 
'Kurê min bidin min'
 
Dayê Berfo ji serokwezîrê ku soza xwe ji bîr kir re wiha gotibû, "Cenazeyê kurê min bidin min. Torbe di dest min de ye û li ber derî rûniştime, min serê xwe li ser kevir daniye û li benda hestiyên kurê xwe me. Ez şewitîm dayikên din bila neşwitînin. Kanî gora kurê min. Kanî axa wî? Çima we soz da min û we neanî cih? Bila kurê min bînin."
 
Dayê Berfo ku piştî kurê xwe cemîl 33 salan ji bo hestiyên wî bibîne têkoşîn da, ji ber penceşêra mîdeyê piştî ameliyata derbas kir di 106 saliya xwe de di 21'ê Sibata 2013'an de jiyana xwe ji dest da. Dayê Berfo, cara dawîn di 22'yê SIbatê de cenazeyê wê dibin Qada Galatasarayê û Dayikên Şemiyê jê re soza ku wê hestiyên Cemîl bibînin didin...
 
Dayê Berfo, li Goleya Erdexanê ku lê hatibû dinê hat definkirin.