Jin wê li dijî asîmîlasyona ziman rabin ser piyan

  • 09:05 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Ji bo bal bikişe ser rola dîrokî ya jinan a li ser ziman û parastina ziman Koma Jinan a Zimanê Dayikê hat avakirin. Rozerîn Îldan ya di komê de cih digire jî wiha got: “Di mijara têkoşîna li dijî asîmîlasyonê de berpirsyarî dikeve ser milê jinan. Ji bo asîmîlasyon bi dawî be divê jin xwe ji nû ve biafirîne û li dijî pergalê serî hilbide.”
 
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2000’î de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Ji bo jiyankirina zimanên li ber tunebûnê bername û xebatên cur bi cur tên meşandin.
 
Jinên Zimanê Dayikê bi koma ku ava kirine hedefa xwedîderketina li ziman dikin. Rozerîn Îldan ya di koma Jinên Zimanê Dayikê de cih digire, di heman demê de endama Komeleya Lêkolîna Kurdî de cih digire der barê kom û armanca wê de axivî.
 
Rozerînê diyar kir ku salek berê yekem car kom di çarçoveya kampanya ‘ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ ya TJA’yê de hatine gel hev û piştre biryara meşandin û pêşxistina komê dane. Rozerînê wiha got: “Me nîqaş kir ku em li ser ziman dikarin çi bikin. Me wek jin wek kolektîf nirxandin kirin. Me got em komekê ava bikin. Me xebatên xwe di bin navê ‘Jinên Zimanê Dayikê’ de meşand. Xebata me ya ewil di 25’ê Mijdarê de pêk hat. Me koma xwe bi 25 kesî ava kir lê niha em 40 kes in. Ev ji bo me serkeftinek mezin e.”
 
‘Em neçar in bibin yek’
 
Rozerînê got her tim rastî pirsa ‘hûn çima hatine gel hev?’ hatine û wiha pê de çû: “Em di pergalek wisa de dijîn, ger mirov xwe rêxistin nekin, nebin sazî neyên gel hev mirov nikarin bijîn. Em bi jinan re neyên gel hev û xebatek hevpar nemeşînin em nikarin xwe biafirînin. Sedema vê jî ev e; dîroka berxwedana jinan heye. Em jî vê berxwedanê diparêzin û neçar in bên gel hev.”
 
Têkiliya jin- ziman
 
Rozerînê balkişand ser armanca avakirina koma jinan û got dîroka têkiliya jin û ziman e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Axaftina ewil bi jinan derketiye holê. Xebat û pêşketina ziman jinan ava kiriye. Jinan tevahî jiyanê ava kiriye. Girêdayê vê jî jinan ziman ava kiriye. Têkiliya jin-ziman pir kûr e. Niha li ser ziman jî asîmîlasyonek mezin heye. Ji ber vê jî di alî têkoşînê de berpirsyarî dikeve ser milê jinan. Divê em xwedî li ziman derkevin.”
 
‘Divê em li her derê ziman biparêzin’
 
Rozerînê balkişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û got ne rojekê divê em her tim ziman biparêzin û wiha dawî lê anî: “Em ê di vê çarçoveyê de panelê pêk bînin. Me spotek amade kir. Em girîngiya ziman bînin ziman.”
 
Vîdeoya 25’ê Mijdarê ku Jinên Zimanê Dayikê amade kiriye û panela bo 25’ê Sibatê wê bê kirin di lînka jêr de ye: