Umut 10 mehe di hepsa malê de ye: Bêrîkirinên min hîna dipên

  • 09:04 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Umut Şener ya nexweşa pençeşêra mesanê ye bi îdiaya endamtiya rêxistinê 3 salan girtî ma û piştre biryara hepsa malê hat dayîn û hat tahliyekirin. Umur Şener got: “Hesret û bêrîkirina li girtîgehê hîna dipê. Ji ber ez ji malê dernakevim. Ev der mala min e, lê di heman demê de girtîgeha min e.”
 
Umut Şener di gulana 2017’an de li Stenbolê dema faliyetên Grup Yorum dimeşand li Navenda Çanda Îdîl hat girtin. Umut 3 salan girtî ma û 10 meh berê bi cezayê hepsa malê hat berdan. Umut her wiha nexweşa pençeşêra mesanê ye.
 
Umutê got bi serdegirtina li Navenda Çanda Îdîl hatiye girtin û got: “Min xebata kovara Tavir dimeşand. Hinceta binçavkirinê jî hebûna min ya li komeleyê bû.Ez li girtîgeha Karabukê bûm. Hîna ji deriyê girtîgehê derneketibûm carek din ez kelepçe kirim. Ez tevlî lêpirsînek din kirim. Kesê bi navê Berk Ercan êdî her kes pê dizane, îtîrafkar e. Der barê min de jî îfade daye. Wê demê girtî bûm. Ez wê demê li Sîlîvriyê bûm. Ez 18 rojan di bin çavan de rastî îşkencê hatim. Ji ber şertên girtîgehê bi pençeşêrê ketim. 18 roj piştî binçavkirinê ez birim girtîgeha Sîlîviriyê. Rastî lêgerîna tazî hatim. Ji ber min ev qebûl nekir ez xistim hucreyê. Min gelek kîlo dabfû. Piştre ez surgunê Şakranê hatim kirin.”
 
‘Gelek girtiyên nexweş hene’
 
Umutê destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hebûne û daxuyakirin ku bi pandemiyê re dermankirina girtiyan hatiye astengkirin û wiha pê de çû: “Kujerên jinan, tecawizkar û tacîzkar nayên girtin. Lê gelek şoreşger bêyî delîl di hundir de ne. Tevî ez nexweş im jî ez di hepsa malê de me. Divê li pêş dermankirina min tu astengî tunebe.Lê li pêş min astengî hene. Ez girtîgehê derketim lê mala min bû girtîgeha min. Sê salan di girtîgehê de mam. 18 sal bû ji ber bi pirsgirêkên memleket re mijûl bûm ji mala xwe dûr bûm. Enqere bajarê min e. 10 mehe tahliye me lê hîna neçûma bajarê xwe.”
 
‘Divê em berê xwe bidin girtîgehan’
 
Umutê balkişand ser pandemiyê û daxuyakirin ku ji ber pandemiyê hevdîtin nayên kirin, lê li her derê mîtîngên AKP’ê didomin û wiha pê de çû: “Niha girtî di grevê de ne. Du sal berê jî girtî ketibûn girevê. Di sê salan de girtî sê caran ketin grevê. Wê demê xuyaye ku pirsgirêk hene. Divê em hemû berê xwe bidin girtîgehan, pirsgirêkên li wir bibînin.”